Li Wanê 3 kes hatin girtin

Ji 5 kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li navenda Wanê hate pêkanîn de hatibûn destgîrkirin, 3 jê hatin girtin.

Ji 5 kesên di çarçoveya operasyona li navenda Wan li Wan, Colemêrg û Stenbolê duh hatibûn destgîrkirin de, îro îfadeya wan hatin girtin. Sabrî Ecer (55) ê ji gundê Aşûtê ya navçeya Çelê ya Wanê duh hatibû destgîrkirin û anîbûn Wanê, kurê wî Abdulcebbar Ecer ê li Stenbolê hate destgîrkirin û bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştina li Wanê bû û 3 kesên din ên navên wan nehatin zanîn li dozgeriyê lêpirsîna wan hate kirin.

Ji 5 kesên bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ daxwaza girtina wan hate kirin, Sebrî Ecer û kurê wî Abdulcabbar Ecer û jinek navê wê nehate zanîn hatin girtin.

Her du kesên din bi şertê kontrola edî hatin berdan.