Li Wanê 3 girtîgehên nû hatin avakirin

Li Wanê beriya niha bi mehekê 3 girtîgehên nû hatin avakirin û beriya avakirina girtîgehan biqede girtiyên siyasî sewqî van girtîgehan hatin kirin.

Ji milekî ve operasyonên qirkirina siyasî didomin ji milê din ve jî girtîgehên nû tên avakirin. Li Wanê beriya mehekê 3 girtîgehên nû hatin çêkirin. Girtîgeha Sergirtî ya Wanê, Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Servekirî beriya werin qedandin hatin vekirin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê û Girtîgeha Tîpa T a navçeya Oltî (Oltu) ya Erziromê sewqî girtîgeha nû ya Tîpa T hatin kirin.

Girtîgeha Sergirtî ya Wanê, Girtîgeha Servekirî û Girtîgeha Tîpa T a Wanê yên ku ji nû ve hatine avakirin beriya ku avakirina wan biqede, girtiyên siyasî lê hatin bicihkirin. Girtîgeha Servekirî ya Westan (Gevaş) jî bi giştî hate girtin. Ji ber ku girtîgeh hê temam nebûye pirsgirêkên av, germahî, Tv û tenduristiyê hene. Hêjayi gotinê ye ku girtîgehên hatine vekirin hê jî înşaet in û nehatine temamkirin.

Li van girtîgehan jî pêkanînên taybet di dewrê de ne. Girtiyên ku nû têne girtîgehê di bin navê lêgerînê de tên tazîkirin. Li girtîgehê saetên li ser destan qedexen e û nêzîkatiyên ku li girtiyên edlî dikin, dixwazin li ser girtiyên siyasî jî pêk bînin. Li girtiyan gefên ‘di vê seqêmê de em ê we têxin menzelên şil ango bi av’ li girtiyan têne xwarin. Tevî girtî gelek caran giliyê vê pêkanînê kirin jî ev nayên çareserkirin.

Endamê Komsiyona ÎHD’ê ya Girtîgehan diyar kirin ku wan li van girtîgehan lêkolane û gotin, wê di rojên pêş de agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.