Li Tîpa T a Wanê, gardiyanan êrîşî serdêran kirin!

Jinên çûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bûn armanca êrîşa gardiyanan.

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, ku beriya niha bi îdîayên li ser îşkenceya tazî û girêka beraz (rêbaza îşkenceya Hîzbûllah) kete rojevê, gardiyanan êrîşî jinên hatibûn serdanê kirin.

Jina bi navê T.S., ku ji bo dîtina xizmê xwe di nava hefteyê de çû girtîgehê, qala bûyerên bi serê wê ve hat kir: "Ji ber ku rojên hevdîtinê mehê du caran e, ew der gelekî qelebalix e û gardiyan bi rengekî nebaş, bi taybetî bi miameleyeke nebaş nêzî jinan dibin. Bi qasî ku heqaretê li jinan bikin, nêzîkatiyeke nebaş nîşan dan. Em weke jinên li wir, li ber vê yekê rabûn û gardiyanekî mêr vê carê êrîş kir. Me jî ji wan re got, 'hûn nikarin bi ser me ve biqîrin, nikarin heqaretê bikin'. Li ser vê yekê gef li me xwarin. Gotin, 'hûn propaganda rêxistina terorê dikin, em ê der heqê we de lêpirsînê vekin'. Der barê vê mijarê de me li cem dozgerê girtîgehê gilî kir."

'MÎNA KAMPA NAZÎ YE'

Yek ji jinên ku bû hedefa êrîşê M.Ş. jî got, "Girtîgeh kirine kampa Nazî. Her kesên diçin serdanê dixin yek rêzê. Yên ku vê qebûl nakin jî, li wan didin û gefê li wan dixwin. Li ber deriyê girtîgehê, bi her awayî heqaret li me tê kirin. Em vê rewşê qebûl nakin û em ê serî li cihên pêwendîdar bidin."