BI DÎMEN

Li Tebqayê 5 hezar kesên ku hatin azadkirin, berê xwe didin qadên ewle

Di pêngava azadkirina Tabqayê de ya ku ber bi dawiyê ve tê, 5 hezar kesên ku hatin azadkirin berê xwe didin qadên ewle.

 

Di pêngava rizgarkirina Tebqayê ya ji çeteyên DAIŞ’ê de gavên girîng tên avêtin. Li navçeya ku beşeke wê ya ya zêde ji çeteyan hatiye paqijkirin, operasyon ber bi dawîbûnê ve tê. Şervanên azadiyê yên ji destpêka operasyonê û heta îro ewlekariya sivîlan esas digire îro jî ji du hezaran zêdetir kes ji kontrola çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û sivîl birin qadên ewle.

5 hezar kesên ku piraniya wan jin û zarok in hatine azadkirin, ji ber rizgarbûnê gelekî bextewar in. Hinan bi wesayîtan, hinan bi motorbisiklêtên xwe û hinan jî pêdiviyên xwe kirin buxçikan û li qadên azad bi cih bûn. Li bajar şer hê jî didome. Beşeke zêde ya bajêr hatiye paqijkirin û tê diyarkirin ku di nava çend rojan de wê bajar ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin.