'Li şûna berpirsyaran, malbatên Roboskî tên darizandin'
Di ser kuştina 34 kesan bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk re pênc sal derbas bûn. Ji ber ku berpirsyarên komkujiyê hê nehatine darizandin, rêyên navxweyî yên hiqûqî neman.
Di ser kuştina 34 kesan bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk re pênc sal derbas bûn. Ji ber ku berpirsyarên komkujiyê hê nehatine darizandin, rêyên navxweyî yên hiqûqî neman.
Serokê Komeleya Roboskî (Roboskî-Der) Velî Encu, ku di komkujiyê de birayê wî jiyana xwe ji dest da, 5 salên di ser komkujiyê re derbas bûn û têkoşîna xwe yaji bo edaletê ji ANF'ê re vegot.
Velî Encu da xuyakirin, ku 28'ê Cotmeha 2011'an ji bo Roboskiyan rojeke mîna qiyametê ye û anî ziman, bazirganiya li ser sînor bi agahiya qereqolênl i herêmê dihat kirin. Encu got, "Bi rojê, xizmên me bi rengekî vekirî çûbûn vî karî. Dewletê bi balafirên şer bombe li wan barand û 34 kes kuşt ku 17 jê zarok bûn. 4 kes jî bi saxî filitîn."
'LI ŞÛNA KIRYARAN DOZ LI ME VEKIRIN'
Encu da zanîn, lêpirsînên edlî û îdarî yên piştî wê rojê hatin destpêkirin, ti encam derxistin holê û berpirsyar bi destê hiqûqê mafdar hatin nîşandan. Velî Encu wiha dewam kir: "Weke malbatên Roboskî me tenê daxwaza edaletê ji dewletê kir. Mixabin ev daxwaza me bêbersiv ma û piştî komkujiyê dewletê gef li me xwar û zext li me kir. Ji ber ku em têkoşîna edaletê dimeşînin, ji ber ku em dixwazin hesab ji kiryaran bê pirsîn, zext li me hate kirin. Her hefte me li goristana Roboskî nobeda edaletê pêk anîn. Gelek gelekî ji vê aciz bû. Hewl da serdana me ya li goristanê asteng bike. Bi Rewşa Awarte re ev zext zêdetir bûn; lê tevî vê yekê jî em ji rêya xwe venegeriyan û me têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam kir."
'EM HÊ JÎ TÊN DARIZANDIN'
Encu diyar kir, ji ber ku di sala 500. a Komkujiya Roboskî de qurnefîl danîn cihê bomberdûman lê hate kirin, cezayê îdarî yê 3 hezar TL li her kesên tevlî merasîma bîranînê bûn hate birîn. Encu bal kişand ser gelek lêpirsînên li dijî wan hatine kirin û got, "Gelek caran ji bo girtina îfadeyê bang li me kirin. Em li dadgehan hatin darizandin. Em li bendê bûn ku kiryarên Komkujiya Roboskî werin darizandin, lê di nava pênc salên bihurî de em hatin darizandin. Mirovên xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, gelek caran hatin binçavkirin."
'RÊYÊN HIQÛQA NAVXWEYÎ NEMAN, DOZ LI BER DESTÊ DMME YE'
Encu got, "berpirsyarê siyasî yê komkujiya Roboskî hikûmeta AKP'ê ye" û destnîşan kir, tevî kiryarên sereke lazim e kadroyên îdarî yên wê demê jî bên darizandin. Di dewama axaftina xwe de Encu got, "Têkoşîna me ya hiqûqî dewam dike. Serlêdana me ya li Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta 'kêmaniya ewraqan' hat redkirin. Kesên li pişt vê komkujiyê ne, ew mirov in ku li asta herî bilind a dewletê cih digirin. Me ji Tayyîp Erdogan re got, 'eger hûn berpirsyaran mehkeme nekin, ev komkujî wê di stuyê we de bimîne'. Berpirsyarê siyasî yê komkujiyê AKP ye. Ji ber ku darizandineke adîl nayê kriin, berpirsyar ew in. Biryara neşopandina dozê ya dozgeriyê nîşan dide, ku berpirsyariya vê komkujiyê digihêje AKP'ê. Me ji şandina ji dadgeha leşkerî fêhm kir ku wê biryara neşopandinê were dayîn. Baweriya me ya bi edaletê enma. Niha doz li ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. Em li benda encama ji wir derkevin e."
'LI GUNDÊ ME NE DAWET HEYE NE JÎ CEJN'
Encu da xuyakirin, piştî komkujiyê jiyana civakî ya li gundê wan bi temamî qediya û anî ziman, mehkemenekirina kiryaran, êşa wan girantir dike. Encu got, "Gelek kesî dibistan nîvco hişt. Bi taybetî zarokên biçûk nema çûn dibistanê. Nêrîna mirovên li vê derê ya li dewletê gelekî guherî. Ev pênc sal in cejn li gundê me nîne. Dem bi serdana li goristanan derbas dibe. Dayik di her roja cejnê de radihêjin wêneyên zarokên xwe û diçin goristanê. Dawet jî êdî nayên kirin. Ev pênc sal in jinan kirasê bûkaniyê li xwe nekirine. Her kesî reş girê dane. Kêfxweşî, şahî û bextewariya beriya komkujiyê êdî nîne. Zarok li dibistanê jî tevlî pîrozbahiyên cejnê nabin. Travmayeke cidî heye."
'EM HEWL DIDIN MUZEYA ROBOSKÎ AVA BIKIN'
Velî Encu da zanîn, ji bo têkoşîneke xurtir a ji bo edaletê, wan Komeleya Roboskî (Roboskî-Der) ava kirine û got, "Me li vir atolyeyek ava kir. Têkoşîna gelê Roboskî hê bi rêxistinî bû. Weke komele, karekî me yê ji bo avakirina Muzeya Roboskî hebû. Piraniya ciwanên ev kar dimeşandin, di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan. Em bi wan re civiyabûn û me proje amade kiribûn. Karê ji bo çêkirina muzeyê niha sekinî ye, lê em ê di dema pêş de vî karî pêk bînin."
'CERDEVANIYÊ LI SER GUNDIYAN FERZ DIKE'
Encu ragihand, yekane çavkaniya debarê ya herêmê bazirganiya li ser sînor e û diyar kir, dewlet hewl dide vê asteng bike û cerdevaniyê li ser gundiyan ferz dike.
Encu da xuyakirin, eger piştî komkujiya Roboskî edalet bi cih hatibûya anîn, wê welat îro bibûya cihekî mirov dikarin lê bijîn û got, "Weke malbatên Roboskî hêrsa me ya li dijî dewletê hê dewamd ike. Ji ber ku dewletê kujer parast."
'EM JI ROBOSKÎ DEST PÊ BIKIN Û HESABÊ HEBÛ KOMKUJIYAN BIPIRSIN'
Encu destnîşan kir, ew ê têkoşîna xwe ya lêgerîna li edaletê hê bi xurtî bidomînin û got, "Hê jî li dijî me doz tên vekirin. Li hemû malbatan doz tên vekirin. Di salvegera pêncemîn de em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku bên Roboskî. Lêgerîna me ya li edaletê wê dewam bike. Ne tenê ji bo me, ji bo pirsîna hesabê hemû komkujiyan, em têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em ji Roboskî dest pê bikin û hesabê hemû komkujiyan bipirsin."