Li Silopya polîsên  Tirk du zarokên Kurd kuştin

Li Şirnexê polîsên Tirk ên serxweş pê li 2 zarokên Kurd kirin û ew kuştin. Walî li ser vê kuştinê polîs parastin û got 'qeder e'.

Li taxa Karşiyaka ya Silopya a Şirnexê wesayita zirxî ya bi tîpa Akrep ku polîsên Tirk li ser dewriyê bûn, saet 23.00’an, li kolana 715’an dîwarê  malekê xira kirin, ketin hundirê malê û Muhammed (7) û birayê wî Furkan Yildirim (6) ên ku di xew de bûn kuştin. Piştî ku polîsên Tirk du zarokên Kurd kuştin, wesayit li wir hiştin û ji cihê bûyerê dûr ketin.

Polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Şêniyên taxê li dijî rewşê helwest nîşan dan û di navbera gel û polîsan de nîqaş derket. Polîsan li 3 kesan xistin. Li gorî şahidên bûyerê polîsên ku wesayit bi kar dianîn serxweş bûn.

WALÎ: QEDER E!

Şêniyên taxê bi derfetên xwe du zarok rakirin nexweşxaneya Silopya lê du zarokan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê zarokan berê sibehê li Goristana Taxa Karşiyaka hate veşartin.

Malbata Yildirim ji bo zarokan li Mizgefta Osman konê sersaxiyê danî.

Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû li cihê sersaxiyê ji bo kuştinê got ‘qeder’ e.

Nayê zanîn bê ka têkildarî polîsan lêpirsîn hatiye vekirin an na.