Li Silêmanî ala heta bi nîvî hatin xwarê

Piştî ku siyasetmedarê Kurd Celal Talabanî çû ser dilovaniya xwe, li Silêmanî alayên Iraqê û Başûrê Kurdistanê heta bi nîvî hatin xwarê.

Ji ber ku Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî çû ser dilovaniya xwe, li Silêmanî alayên Başûrê Kurdistanê û Iraqê heta bi nîvî hatin xwarê. Piştî merasîma li ber Walîtiya Silêmanî hate kirin alayên Iraq û Başûrê Kurdistanê heta bi nîvî hatin xwarê.

Di merasîmê de Waliyê Silêmanî Omer Qeladizî axivî û got, "Mam Celal di nav gelên dinyayê de lîderekî karîzmatîk bû. Çûna wî ya ji nav me hem ji bo me û hem ji bo gelên dinyayê bûye cihê xemgîniyê ye."

Qeladizî got, "Ji ber ku Mam Celal çûye ser dilovaniya xwe valahiyek mezin çêbûye. Ev valahî nayê dagirtin" û wiha domand: "Ji bo me têkoşîneke mezin hişt. Ew ne tenê lîderekî Kurdan bû, her wiha lîderê gelên dinyayê bû."