Li Sêrtê wê şaredariya pir zimanî destpê bike

Namzeta Hevşaredariya Sêrtê ya ji DEM Partiyê Safiye Alagaş anî ziman ku wê li bajêr xizmeta pir zimanî ya şaredariyê bikin û her pirsgirêkê bi gel re çareser bikin.

DEM Partî ji bo Şaredariya Sêrtê ya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, bi coşeke mezin xwe amade dike. Namzeta Hevşaredariyê Safiye Alagaş anî ziman ku li hemberî veguhestina hêzên dewletê weke 'hilbijêr', ew ê xwe bigihînin hilbijêrên bê biryar û bi tevger.

AKP'ê di hilbijartinên 2019'an de Şaredariya Sêrtê winda kir, lê piştî salekê qeyûm danî ser û bi vî rengî desteserkirin. Hemû derfetên Şaredariya Sêrtê pêşkêşî saziyên dewletê û hevkarên xwe kir. Di hilbijartinên giştî yên sala 2023'an de rêjeya dengên AKP'ê di asta ji sedî 9 de li bajêr kêm bû. Lewma ji bo hilbijartinên xwecihî dest bi veguhestina hilbijêran kir. Îtirazên DEM Partiyê ji aliyê dadgeriya di bin kontrola desthilatdariyê de ye hate redkirin. Ji namzetên Hevşaredariya Sêrtê yên DEM Partiyê Safiye Alagaş ji navçeya Berwarî ye. Alagaş di sal 1993'an de di dema valakirina gundan û koçberiya bi zorê de tevî malbata xwe neçar ma koçî Edeneyê bike û heta 18 saliya xwe li Edeneyê ma. Alagaş di sala 2008'an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dest bi rojnamevaniyê kir, li rojnameya Şûjin a ku hate girtin, piştre jî li Jinnewsê rojnamevanî dewam kir. Alagaş di sala 2019'an de li Îtalyayê, di sala 2022'an de jî li Stenbolê hêjayî xelatên rojnamevaniyê hate dîtin.

Alagaş ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji ber qeyûman li bajêr xizmet nayê kirin, pirsgirêka ku ew ê destpêkê çareser bikin jî pirsgirêka avê ye ku bi salan e nehatiye çareserkirin.

XIZMETA BI ŞAREDARIYA PIR ZIMANÎ

Alagaş anî ziman ku ew ê şaredariya bi pir zimanî ji xwe re bikin esas ku yek ji pîvanên şaredariya gel a DEM Partiyê ye û got, "Em dixwazin vê projeyê li gorî şert û mercên heyî ji nû ve bixin meriyetê."

Alagaş ragihand ku ew girîngiyê didin karên ji bo jinan, ji bo vê jî xwedî proje ne û got, "Em ê ji bo jinan qadên jiyanê ava bikin. Em ê stargehên jinan ava bikin, qadên ku jin karibin lê pirsgirêkên xwe vebêjin, lê bixebitin ava bikin."

Alagaş bi bîr xist ku yek ji pîvanên herî girîng ên şaredariya gel a DEM Partiyê jî hembêzkirina hemû beşên civakê ye û got, "Ne tenê Kurd an jî Ereb li vî bajarî hene, bajarekî welê ye ku gelek gel bi hev re lê dimînin. Ji ber vê yekê em dixwazin di çarçoveya pîvanên xwe de şaredariyeke pir zimanî, pir çandî, pir olî pêk bînin. Sêrt bajarekî ji gelek ziman û gelek çandan e. Em ê kreşên bi Kurdî û Erebî ava bikin. Li gorî daxwaza herêmê em ê xizmetê bikin."

Alagaş ragihand ku ew ê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin, xebatên hilbijartinê bi vî rengî bimeşînin, hilbijêrên bê biryar îqna bikin, hilbijêrên bi tevger bînin û bikin ku tevlî hilbijartinê bibin.