Li Semsûrê namzet hatin nasandin, Meşa Azadiyê hate silavkirin

DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariya Semsûr û navçeyên eşkere kir. Meşa Azadiyê jî hate silavkirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Semsûrê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên navenda bajar, navçe û bajarokên wê eşkere kir. Ji bo eşkerekirin û danasîna namzetan li eywaneke dawetan a li Karapinarê bername hat lidarxistin. Li eywanê alên partiyê û pankarta “Rabe Dem hat” hatin daliqandin. Tevî namzetên hevşaredariyê, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr û gelek kes beşdarî bernameya danasînê bûn.

Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştre Hevserokên DEM Partiyê yên Semsûrê Yeşîm Camcî û Huseyîn Coşkun axivîn. Hevserokan di axaftinên xwe de bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin û meşvan silav kirin. Hevserokan gotin ku dê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi ser kevin û li Semsûrê jî şaredariyên gel ava bikin.

Piştî axaftinan, namzetên hevşaredariyê hatin eşkerekirin û yek bi yek hemû namzet li ser dikê hatin vexwendin.  

Namzetên hevşeredariyê yên Semsûrê wiha ne:

NAVENDA SEMSÛRÊ

* Turkan Erkenek

* Bahattîn Bîlgîn

NAVÇEYA ŞEMÎZÎNAN

* Yasîn Ertan

NAVÇEYA KOLIKÊ

* Osman Ozbek

NAVÇEYA SERGOLANÊ

* Ergun Varhan

NAVÇEYA BÊHIŞTÎ

* Mûstafa Sular

NAVÇEYA TÛTÊ

* Îsmet Coşkun

BAJAROKÊ BULAMÊ

* Kamîle Ocak

* Huseyîn Uzun

BAJAROKÊ KOMIRÊ

* Mahmût Kapçak

* Bedriye Polattaş

BAJAROKÊ BALYANÊ

* Mehmet Kusele

Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Semsûrê Bahattîn Bîlgîn di danasînê de axivî. Bîlgîn, bal kişand ser karesata erdhejê ya navenda wan Mereş e û got ku encama xemsarî û polîtîkayên îktîdarê ye. Bîlgîn, anî ziman ku ew ê hesaba vê ji berpirsyaran bipirsin.

Bername piştî danasîna hevşaredaran bi dawî bû.