BI DÎMEN

Li Rûsyayê coşa Newrozê - NÛ BÛ

Kurdistanî û dostên wan bi coşeke mezin li gelek bajarên Federasyona Rûsyayê, bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” cejna Newrozê pîroz kirin.

Li Paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowê Newroz bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Şahiya Newrozê ji aliyên saziyên Kurd ên li Rûsyayê ve li Mala Çandê ya “MÎR” Bi beşdarbûna gelek Netewên cuda hat pîrozkirin. Di şahiyê de Kurdistaniyên ji her çar aliyên welat, Kurdên sovyeta berê, nûner û mêvanên ji netewên din ên wek Rûs, Ereb, Tirk, Gurc, Lezgîn, Afgan, Tacakî, Ermen, Kazak û her wiha Çîn û Japon jî amade bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre Hevserokê Otonomiya Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyev bal kişand ser dîroka Newrozê û bi zimanê Rûsî axivî.

Ferhat patiyev wiha got: “Bê guman gelek Netew cejna Newrozê pîroz dikin. Ji bo wan Newroz wek cejna biharê ye, lê taybetiya Newrozê ji bo gelê Kurd ew e ku Newroz cejna Azadiyê û berxwedanê ye.”

Endama Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê “VIYAN” Guhar Hesen jî ev tişt got: “Di serî de Newroza 2025’an li tevahî gelê Arî û Rêber Apo pîroz dikim. Agirê ku Kawayê Hemdem pêxist roj bi roj hîn gurtir dibe, mezin dibe. 21’ê Adarê bi Mazlûman roja Newrozê bû roja berxwedana gelê Kurd.”

Nûnerê Rûsyayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav, axivî û bal kişand ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Reşad Bênav wiha axivî: “Di serî de cejna Newroza azadiyê li şervanên ku di çeperên pêş de ji bo her çar parçeyên Kurdistanê şer dikin û welatparêzên me ku heya niha li Bendava Tişrînê li ber xwe didin pîroz dikim. Her wiha di pêvajoya niha de hemû gelê Kurd di vê rewşa heyî de em bikaribin yekîtî û tifaqa xwe çêkin.” 

Şaredarê berê yê Sûrî Abdullah Demîrbaş jî beşdarî şahiyê bûbû.

Abdullah Demîrbaş wiha axivî: “Newroza Mihabad, Hewlêr, Qamişlo û Amedê têgihiştina yekîtiya Kurd û Kurdistan e, Newroz li hemû gelê Kurdistanê pîroz be. Ev Newroz wateya xwe ji Şêx Ehmedê Xanê, Meleyê Cizîrî, Mele Mistefa, Qazî Mihamed, Qasimlo, Arîn Mîrkan, Îro jî Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, Mehsum Korkmaz û Birêz Ocalan digire. Li Rojhilata Navîn guhertinên gelek baş hene, ji ber ku êdî dawiya Basî, Kemalîstî û sîstemên dîktator tê. Êdî cîhan gihîştiye wê zanebûnê ku li Rojhilata Navîn azadî, wekhevî û demokrasî tenê bi destê Kurd û Kurdistanê û paradîgmaya Birêz Ocalan pêkan e.”

Her wiha nûnerên netewên Gurc, Yewnan, Lezgîn û Afgan axivîn û peyamên xwe yên ji bo Newrozê vegotin û Newroz pîroz kirin.

Piştî axaftinan beşa duyemîn a şahiyê bi stran û govendê destpê kir. Hunermendên Kurd ên ji Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û hunermendên ji netewên din jî amade bûn û hunera xwe pêşkêş kirin.

Dengbêj Ehmed Bakiyev stran gotin. Piştre Sefkan Orkêş, Ûlaş Kelaşîn, Îbrahîm Efrîn, Sarê Xaciyêva, Îbo Xaciyêv, Nuredîn Xaciyêv, Bazo, Koma Zarokan, Koma Folklora Yewnanî “Feloksîniya” û Koma Govenda Kurdî “Rûken” derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê heya saetên dereng berdewam kir.                       

STAVRAPOL

Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyaya Federal dijîn, li Mala Çandê ya gundê Razdolnoyê ya li navçeya Novoalêksandrovkê kom bûn û bi coş cejna Newrozê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre Serokê Otonomiya Çand û Hunera Kurdên Herêma Stavrapolê Hisên Ahmêdov axivî û behsa girîngî û wateya Newrozê ji bo gelê Kurd kir.

Piştî axaftinan hunermendên ji herêmê, ji welat û Ewropayê jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermend Ûlaş Kelaşîn jî tevlî şahiyê bû û bernameya Newrozê geş kir. Her wiha koma Kulîlkên Rojê ya folklorê jî bi govenda xwe ve derketin ser dikê.

Şahî heya derengî bi stran û gerandina govendê dewam kir.

ADÎGEY

Kurdên Komara Adîgey a girêdayî Rûsyaya Federal jî li gundê Sadovayê şahiya Newrozê lidar xistin û bi coş pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre endamê KNK’ê Feyzoyê Hisên û Berpirsyara Meclîsa Jin a qadê Sînema Mihemed Newroz pîroz kirin û behsa dîrok û wateya Newrozê kirin.

Piştî axaftinan hunermendan bi stran û awazên xwe şahî geş kirin, di şahiyê de hunermend Ûlaş Kelaşîn, Barî Yûsubov û gelek hunermendên din ên ji herêmê amade bûn. Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.

KRASNODAR

Li salona Opera Palas a li Bajarê Krasnodarê ya Rûsyayê jî bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre Endama Tevgera Jinên Kurd Dîlbera Wekîl û Serokê Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî Arif Ezmanî axaftin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rêber Apo dikare aştî û demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn û Cîhanê.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stran û dîlanê berdewam kir. Di pîrozbahiyê de hunermendên ji Kurdistanê, Ewropa û yên Herêmî derketin ser dikê û heya derengî bi stran û gerandina dîlanê Newroz hat pîrozkirin.

SARATOV

Li gundê Tîmonê ya Navçeya Dergaçiyê a girêdayî bajarê Saratovê, li Rûsyayê agirê Newrozê hat dadan.

Welatiyên ku li gundê Tîmonê jiyan dikin her sal Agirê Newrozê pêdixin û heya derengiya şevê cejna Newrozê pîroz dikin.

Di şahiya Newrozê de welatiyê bi navê Îsamaîl Yûsibov axivî û Newroz pîroz kir.

Îsmaîl Yûsifbov wiha axivî: “Roja Newrozê li we hemûyan pîroz be, Em hevî dikin ku ev Newroz bibe rojeke nû, bibe Roja Azadiya Serokê gelê Kurd.”

Şahîya Newrozê bi dirûşmeya, “Newroz Berxwedan e”, “Newroz Serhildan e”, “Bijî Serok Apo” û ”Bê Serok Jiyan Nabe” û bi gerandina  govendê dawî bû.