Li Riha û Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da -HATE NÛKIRIN

Li Semsûr û Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes winda ne û gelek kes jî asê mane.

Li navçeya Tût a Semsûrê ji ber lehiyê konteynirek li ber avê ket. Kesekî jiyana xwe ji dest da, agahî ji 4 kesan jî nayê wergirtin.

Li gorî agahiyan, konteynira ku li hewşekê hatibû danîn û mexdûrên erdhejê lê diman, li ber ava lehiyê ket. Hate ragihandin, kesê ku jiyana xwe ji dest da mexdûrekî erdhejê bû ku di konteynirêr de bû.

RIHA DI BIN AVÊ DE MA

Li Rihayê ji ber baranê lehî rabû. Gelek mal, dikan, avahiyên fermî, rê, pir û tunel di bin avê de man.

Gelê Rihayê ji ber ku tevdîr nestendine li hemberî rêveberiyê bi hêrs in.

Li Xaçerêka Abîde ya ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan li navçeya Halîliyeyê du meh berê ji xizmetê vekiribû, mirov di nav avê de asê man.

Dema ku îtfaiyeyê xwest wesayîtekê rizgar bike, ew jî ket ber avê. Hate diyarkirin tunel heta ber dev tijî bûye û tevî xebatkarên îtfaiyeyê 6 kes û gelek wesayît asê mane.

 Ev tunel tijî herî bûye û ketin û derketin ne mumkun e. Ev xaçêrek otobana Riha û Dîlokê bi hev girêdide.

Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Eyyubiyeyê ku li ser erdên çandiniyê hatibû avakirin jî, di kata wê ya -1’ê de beşa nihêrtîna kûr jî di bin avê de maye û hate diyarkirin nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.

GEL ŞAREDAR QEWIRAND

Piştre Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abîdîn Beyazgul ku ji bo temaşekirina li karên lêgerîn û rizgarkirinê hatibû, ji aliyê girseya gel ve hate qewirandin.

Bi dema herêmî saet di 11:30'î de li Xaçerêya Abîde bi hezaran kes li hev kom bûn. Şêniyên herêmê nerazîbûnê nîşanî şaredaran didin.

Çemê Karakoyûn ku weke qanalîzasyona bajêr jî tê naskirin fûriya, Muzeya Arkeolojiyê, Muzeya Mozaîk, Pîaza AVM, Taxa Sîgorta û beşek ji Taxa Suleymaniyeyê di nava avê de man.

Tê gotin ku xisar li berhemên li depoya muzeya Arkeolojiyê bûye.

Li gorî agahiyan li herêmê 6 kes li ber ava lehiyê ketine.

Çemê Manci yê li kolana Halatli Bahçe jî fûriya. Malên li qiraxa çem di nava avê de man, gelek wesayit jî li ber avê ketin.