Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Li Ranyayê bîranîna 34 gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê

Li navçeya Ranya 34 gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê vê êvarê li Goristana Şehîd Dilgeş Selmas û Harûn Sine ji aliyê Komîteya Şehîdan a  Komelgeya Demokrasî û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ve 34 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya Kurdistanê destpê kir, piştre jî li ser gora têkoşeran find hatin pêxistin.  Dûvre peyama Komîteya Malbatên Şehîdan a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Zagros Sine ve hate xwendin. Di peyamê de li ser êşkence, komkujî û malwêraniya ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne hat rawestandin û wiha hat gotin; “Dewleta Tirk bi hemû rengî êrîşên xwe berdewam dike. Tiştê ku îro li hemberî van êrîşan dikeve li ser milê gelê Kurd û aliyên siyasî tenê yekîtiya netewî ye."

Her wiha endama Meclîsa PJAK'ê Şevîn Mezlûm jî axivî, destnîşan kir ku ciwanên wan ji Bakur heya Başûr, ji Rojava heya Rojhilat, bêyî cudahî amade ne li her derê şer bikin û got; “Ev têkoşîna ji bo parastina Kurdistanê ye.”

Li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka  Kurdistanê jî Mam Şiwan axivî û wiha got; "Em îro li vir şehîdên yekîtiya netewî bi bîr tînin. Ev şehîd ji bo gelên bindest canê xwe feda kirin. Ji bo gelê Kurd canên xwe feda kirine. Lê mixabin îro hinek alî hevkariya dagirkeran dikin. Kurdistan bûye milkê hêzên dagirkeran. Wê dîrok vê xiyaneta tê kirin efû neke."

Piştre Nûnerê PYD'ê Bekir Kobanî mafê axaftinê wergirt û wiha ragihand; "Ev şehîd, li ser fikrên Rêber Apo dimeşiyan û peyama wan ji bo dijmin yek e. Ew jî ew e ku gelê Kurd yek e û nayê parçekirin. Şehîd ji me re dibêjin êdî bes e, gelê Kurd pêwîstiya xwe bi yekîtiya netewî heye û destê xwe bidin hev. Yekgirtî bin."