BI DÎMEN

'Li qada şer careke din diyar bû ku kî kare şer bike, kî nikare'

Gerîlaya YJA Starê ku tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk bû Pelşîn got, "Leşkerên Tirk tarûmar bû. Li qada şer careke din hate dîtin bê kî dikare şer bike, kî nikare şer bike."

Operasyonên şoreşgerî yên şervanên azadiyê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. 12'ê Çileyê gerîlayan li Zapê li dijî dijmin Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk lidar xistin. Di encamê de 61 dagirker hatin cezakirin, bi dehan çek û malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin. Ji beşdarên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk gerîlaya YJA Starê Pelşîn qala tirsa leşkerên dagirker û şehîd Serxwebûn û Rizgar kir.

Gerîlaya YJA Starê Pelşîn li ser armanca çalakiyê û dema çalakiyê got, "Operasyona şoreşgerî ya ku me bi navê Şehîd Helmet Dêraluk pêk anî, operasyoneke tolhildanê bû. Me ev çalakî diyarî Rêber Apo, gelê xwe û hemû hevalê xwe yê şehîd kir. Çalakiya me di demsal zivistanê de di nav zor û zehmetiyan de pêk hat. Lê belê ev şert û merc ti carî li pêşiya me nabe asteng. Ji ber ku em xwediyê fikir û ramanên Serokê xwe ne. Ji ber vê em ti astengiyan nas nakin. Ev ruh di vê çalakiyê de jî derkete holê. Lê bele leşkerên Tirk ji ber ku xwediyê bîrdoziyek nînin, em di vê çalakiyê de bûn şahid ku çawa ditirsiyan, çawa xwe dixistin bin ranzayan, çawa ji gerîlayan derbeke mezin xwarin û tarûmar bûn. Dewleta Tirk dibe hêza xwe ji Emerîka digire û xwe dixapîne, em hêza xwe Serokê xwe, gelê xwe digirin, bi vê hêzê şer dikin. Pêngavên ku hatine destpêkirin jî bê rawestandine. Heta ku deriyê Îmraliyê venebe û heta ku şopên dagirkeriyê li ser xaka me nemîne em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."

Gerîlaya YJA-Starê di dwama axaftian xwe de qala kêliyên çalakiyê û rewşa leşkerên dagirker kir: "Dema ku me xwe gihand ser gir kêliyên ji bo me pir moralek mezin bû. Ji ber ku em ketin çeperên dagirkeran û bê ku bi me bihesin em çûn ser serê wan. Her gava ku me li gir derbas dikir hevalên me yê şehîd dihat bîra me. Dewleta Tirk qaşo ji hemû cîhanê re propagandaya leşkerên xwe dike, lê me bi çavê xwe dît ku di kêliya çalakiyê de leşkeran şer nekir. Ketin nava panîkeke pir mezin, nedizanîn bi kîjan milî ve birevin. Ev hemû zindî zindî li ber çavê me diqewimî û li hember rewşa van kenê me dihat. Dewleta ku 24 saetan pêsnê leşkerên xwe dide û di NATO yê de dewleta duyemîne xwedî leşkerên wisa ye ku nikare cihê lê ye biparêze. Em vê dibêjin; eger hûn nekarin cihekî biparêzin xwe nedin ber, ev şermek herî mezine ku nekarî cihê tê de dimînî biparêze. Di cenga meydanê de jî derket holê ku kî dikare şer bike, kî nikare şer bike. Ji ber vê ji ketina vê axê wusa hêsan nîne."

Gerîla Pelşîn di dawiya axaftina xwe de behsa cangoriyên tevgera şoreşgerî, hevrêyên xwe Rizgar û Serxwebûn kir. "Di serî de ez pir kêfxweş bûm ku bi hevalên wek Şehîd Serxwebûn û Şehîd Rizgar re hevaltî kir. Em pir bi şans in ku di kêliya çalakiyê de em gel hevrêyên wusa bûn. Min heval Serxwebûn di demek kin de nas kir lê belê xwedî kesayetek wiha zelal bû ku di demeke wiha kin de pir baş xwe da nasîn. Her tim xeyalê wî ew bû dixwast li ser axa Kurdistanê bi Serokatî re azad bijî. Bi hevaltiyê re pir girêdayî bû, bêrawestan hemû hevrêyên xwe re mijûl dibû. Xwedî felsefe û birdoziya Apoyî bû. Di jiyan û şerê xwe de her kêliya xwe pir dagirtî jiya û bi vê sekn fedaiyitî ya xwe ji me re mîrasek pir mezin hişt. 

Heval Rizgar jî bi heman ruhê berxwedêr di têkoşînê de rol û mîsyonek da xwe. Heval Rizgar di qada şer de ti carî dudil nebû. Di qada şer de dema heval Rizgar gel mirov bû, mirov digot qey artêşek li pişt mirov e û ne girek mirov dikarî deh giran bixista. Ev sekn ji bo me hêz û moral e. Di nava hevaltiyê de cihê xwe yê pir cûda hebû, enerjî ya ciwantiya xwe diherikand nava hevalên xwe ango dixist bin xizmeta rexistinê.

Îro her du hevalên me bûn nexşêya rêya me. Ji vir û şûn de em ê bi ruhê wan tevlî bibin. Heta ku li ser vê axê lehengên wek Serxwebûn û Rizgar hebe em ti carî dev jî doza azadiyê bernadin."