Li Pazarcixê perwerdekar li dijî tesfiyeyê li ber xwe didin
Yek ji bajarên ku ji ber rewşa xwe ya civakî di hedefa AKP/Qesrê de ye, Pazarcix e. Li dijî êrîşên ji bo tesfiyekirina perwerdekarên mûxalîf ên li vî bajarî, perwerdekar li ber xwe didin.
Yek ji bajarên ku ji ber rewşa xwe ya civakî di hedefa AKP/Qesrê de ye, Pazarcix e. Li dijî êrîşên ji bo tesfiyekirina perwerdekarên mûxalîf ên li vî bajarî, perwerdekar li ber xwe didin.
Rejîma AKP'ê, di çarçoveya mekanîzma darbeya xwe ya sivîl de li qada cemaweriyê mûxalîfan tesfiye dike û kadroyên xwe li van saziyan bi cih dike, êrîşên xwe yê tesfiyeyê li qada perwerdeyê didomîne. Rejîma AKP/Qesrê li Mereşê 56 perwerdekarên endamê Egîtîm-Senê ji kar kir. Li Pazarcixê jî 26 kes ji kar hatin kirin. Berxwedana Şaxê Egîtîm-Sen ê Pazarcixê li dijî van tesfiyeyan dewam dike. Perwerdekarên ku 60 roj in li ber xwe didin, ji ANF'ê re qala têkoşîna xwe kirin.
'KOMKUJIYA MEREŞÊ JÎ BI KUŞTINA 2 MAMOSTEYAN DEST PÊ KIR'
Sekreterê Giştî yê Şaxê Egîtîm-Sen ê Pazarcixê Ozgur Guler li ser derxistina ji kar a perwerdekaran got, "Ji ber şert û mercên taybet ev der ne cihekî ku tevgereke sendîkayî ya xurt lê hebe. Lewma ev êrîşên tên kirin bi zanebûn û cidî ne. Biçûk jî be, ji bo ji hev xistina rêxistiniya me ye."
Guler bibîr xist, ku derxistina ji kar a mamosteyan li salvegera Komkujiya Mereşê rast hatiye û wiha dewam kir: "Pêvajoya Komkujiya Mereşê, piştî kuştina 2 mamosteyên sosyalîst û şoreşger û êrîşa li dijî merasîma cenazeyên wan dest pê kir. Ji ber ku piraniya hevalên me yên niha ji kar hatine derxistin Elewî ne û Pazarcixî ne, fikarên bi vî rengî dikevin hişê me. Xwestin rewşa heyî tev bidin û vîna civakê bişikînin. Em dîsa jî bi berpirsyarî radibin û hewl didin bi rengekî herî baş pêvajoyê bimeşînin. Em hewl didin berxwedana xwe xurtir bikin. Jİ bo rê nedin provokasyonên bi vî rengî, hewldanên me dewam dikin."
'TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME, JI BER KU EM MAFDAR IN'
Guler anî ziman, ew bi berxwedana xwe ya li dijî tesfiyeyan, têkoşîna xwe didomînin û got, "Ji roja destpêkê ve em li ber xwe didin. Em bi hev re ne û ji roja destpêkê ve xurt dibin. Berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike. Em gelekî baş bi vê dizanin. Em mafdar in. Têkoşîna me têkoşîneke mafdar e. Em ji perwerdeyeke laîk, bi zimanê dayikê û zanistî bawer dikin. Têkoşîna me ya li dijî êrîşên faşîst ên paşverû, wê her bidome."
'ZEMÎNA KOMKUJIYA MEREŞÊ ANÎ BÎRA ME'
Yek ji mamosteyên hatin îxrackirin Serkan Altunoz da xuyakirin, ku daxuyaniyeke çapemeniyê weke sedema îxrackirina wan tê nîşandan û got, "Lê belê ji lêpirsîna li ser daxuyaniya çapemeniyê ti encam derneketiye." Altunoz destnîşan kir, ku piraniya hevalên wan ji ber Elewî ne, xwedî nêrîna çepgiriyê ne û sosyal demokrat in ji kar hatine derxistin û got, "Vê yekê bingeha Komkujiya Mereşê anî bîra me. Me jî çalakiyên xwe li gorî vê yekê bi rêxistin kirine."
'BI TESFIYEKIRINA ME RE DIXWAZIN ÇI BIKIN?'
Altunoz pirsa 'gelo bi tesfiya me re dixwazin çi bikin?' pirsî û got, "Gelo li ser me planên cuda amade dikin. Dema mirov li bûyerên di rojên dawî de diqewimin dinêrin, niyetên cuda dikevin hişê mirovan." Altunoz destnîşan kir, ku ew li ber xwe didin û heta dawiyê jî ew ê li ber xwe bidin.