Li Wanê ku van demên dawî bûyerên binçavkirinê lê pir bûne, derkete holê ku qata herî jor a Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Rêya Armûşê bûye navenda îşkenceyê. Li vê derê kesekî ku 7 rojan îşkence dîtî, zilma ku ne kêmî ya salên 80’yî bû vegot.
ANF
WAN
yekşem, 25 berfanbarê 2016, 10:12
Li Wanê ku hikûmet polîtîkayên taybet lê dide meşandin û hemû derfetên xwe lê bi kar tîne, di van demên dawî de ji hezar kesî zêdetir mirov hatin binçavkirin. Hemû kesên ku hatin binçavkirin di îşkenceyên giran re derbas bûn. Doktor jî raporê nadin kesên ku îşkence li wan hatiye kirin û bi vî awayî îşkenceyê vedişêrin.
JI GOVANÊ ÎŞKENCEYÊ GOTINÊN KU RICFÊ BI MIROV DIXIN
Kesekî ku rastî li vê îşkenceyê hatiye û ji ber sedema ewlehiya jiyana xwe nexwest ku navê xwe bide, tiştên ku bi serê wî hatine vegot. Li gel ku ti sûcekî wî nebû jî, ev kesê ku hatî binçavkirin diyar kir ew kirine feleqeyê, hatiye tazîkirin û bi potînên xwe pê li pişta wî kirine. Gelek caran li organên wî yên zayendî xistin, polîsên ku digotan, 'hûn ê hêza Tirkan bibînin' bi zorê hewl dane pê bidine gotin, 'Ez li ber neteweya Tirk xwe ditewînim. Çi şad e ew kes ku dibêje ez Tirk im'. Kesê ku hê jî di bin bandora îşkenceyê de bû wiha got: "Çavê min girêdan û ez birim emniyetê. Bi dehan kes ez şilf û tazî kirim. Piştre ez dame ber pehînanan. Digotin, 'tu ji vir sax nafilitî, li xwe mikur were' û bi vî awayî zor li min dikirin ku biaxivim. Dema ku min got, 'hûn çi dixwazin?' gotin, 'navekî bide me' Ji bo ku min bi tiştekî nizanîbû, tiştekî ku ez bibêjim nebû. Hefteyekê bi şev û roj îşkence li min kirin. Dora wan diguherî, polîsên ku şûna polîsên êvarî dihatin, îşkence didomandin. Ji bo ku binçav bikin ti sedem nebû. Min bi dehan kesên weke xwe li Emniyetê dîtin. Îşkenceya ku li min dikirin li hemûyan dikirin. Piştî bi heftiyekê doktor anîne emniyetê û doktor got, 'tiştekî te heye?' Min got, ‘’Tu nabînî, ez xwe li xwe nagirim. Ev heftiyeke îşkenceyê li min dikin’’ Piştre li rûyê min nerî û got, 'tu sipî saxlem î, tiştekî te nîn e' û rapor wiha girêda."
SERLÊDANÊN LI ÎHD’Ê ZÊDE BÛN
Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Murat Melet diyar kir ku li bajêr di van demên dawî de mînakên bi vî rengî pir zêde bûne, bi taybetî jî li girtîgehan û şûbeyên TEM’ê bûyerên îşkenceyê pir bûne. Melet anî ziman, kesên ku têne binçavkirin, îşkenceyê û miemeleya ne baş bi wan dikin û bi berdewamî got: "Çi kesê ku têne binavkirin îşkenceyê li wan dikin. Êdî bûye tiştekî normal ku îşkenceyê û miemeleya nebaş bi wan kesa bikin ku têne binçavkirin. Têkildarî mijarê gelek kes serî li komeleya me didin. Sedema van hemû bûyeran têrnekariya desthilatdariya siyasî ya heyî û bi Rewşa Awarte re kirinên kêfî ne."
'BINPÊKIRIN NORMALÎZE DIBIN'
Melet da xuyakirin, ku bi Rewşa Awarte re kirinên kêfî zêde bûne û polîs xwe dixin şûna dadgeran, valahiyeke giran a hiqûqî bi vê maneyê çêbûye û got, "desthilatdariyê rêveberî û daraz bi temamî kire bin nîrê xwe. Binpêkirinên mafan ji hêla daraz û hikûmetê ve weke ku tiştekî sirûştî be tê nîşandan. Ev mexdûrbûn demokrasiya Tirkiyê û aştiya navxweyî diêşîne."
DOKTOR LI EMNIYETÊ MIEYNE DIKE
Melet ragihand, kesên ku têne binçavkirin ji kontrola tendiristiyê ya rojane nayên derbaskirin û got, "Bi Rewşa Awarte re ji ber sedema zêdebûna bûyerên binçavkirinê, bang li doktoran dikin ku biçine qereqolê. Doktorên ku têne emeniyetê li gorî daxwaza polîsan raporê girêdidin. Kesên ku têne binçavkirin li gel ku divê her roj wan şanî doktoran bikin jî, niha tenê dema ku têne binçavkirin û dema ku wan derdixin ber dadgehan ji kontrola doktor têne derbaskirin. Di binçavkirina 30 rojî de tenê carekê wan şanî doktor dikin û her wiha li emniyetê zorê li doktoran jî dikin. Tiştên ku li binçav têne kirin, bi awayî têne veşartin."
HEJMARA GIRTIYAN SEDÎ SED ZÊDE BÛ
Melet diyar kir, di binçavkirinê de wan tazî dikin û wiha li wan digerin, di vê mijarê de pir serlêdan hene û bi berdewamî got, "Di binçavkirinan de lêxistin û îşkence zêde bûye. Her roj bi sifetê ku gumanbar e, bi dehan mirov têne binçavkirin. Miemeleyên kêfî zêde dibin. Sedema zêdebûna van zextan ew e ku desthilatdariya siyasî dixwaze tirsê berbelav bike. Ev ne rast e. Nayê qebûlkirin. Rêjeya girtiyên li girtîgehên bajêr sedî 100 zêde bûne."
'YÊN KU ÎŞKENCEYÊ DIKIN JÎ WÊ DADMENDIYÊ BIXWAZIN'
Melet da zanîn, binpêkirinên mafan li dadgehên navneteweyî wê derkevin pêşberî Tirkiyê û got, çi dibe bila bibe divê mirov ji aliyê mafê mirovan ve bibe xwedî helwest. Melet bi berdewamî got, "kesên ku duh mirov didarizandin û îşkence li mirovan dikin, endamên cemetê Bûn û niha dibêjin ew mexdûr in. Dîrok ji dubarebûnê pêk tê û îro yên ku îşkenceyê dikin sibehî wê dadmendiyê bixwazin" û ji bo jî xwest ku di nêzîktirîn demê de dadmendî were sazkarkirin.