Li Mexmûrê turnuvaya Futbolê ya pîremêran dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî 18 salan cara duyemîn e turnuvaya futbolê ya di navbera lîstokvanên bi temen de duh dest pê kir.

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de turnuvaya futbolê ya ji bo Şehîdên Meha Gulanê  ya pîremêran duh bi merasîmekê dest pê kir. 

Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre lîstîka futbûla ya di navbera Semta 1 û Semta 3 de hat leyîstin.

Turnoveya futbolê ji aliyê gelê wargehê ve bi eleqe û coşek  mezin  hat  temaşekirin. Lîstikvanên turnovayê piranî di temenê 40-60’an de ne.  Lîstikvan pir kêfxweş bûn ku piştî demeke dirêj dîsa bi fotbolê lîstin. Pîştî demek dirêj vegerîna van lîstokvanan ya li saheyê, pir bi şanaz bûn.Dema ku lîstikvan hatîn qadê kelecaniya wan dihate dîtin.

Di dawiya lîstîkê de Semta 3 bi 3-1 serket.

Lîstîk Îro wê seat 17:30'an di navbera Semta 2 û Saziya Asayîşê de bê leyîstin.