Li Mexmûrê tevgera balafirên şer zêde bûye
Ji destê nîvro heta niha tevgera balafirên şer a li ser asîmanên Mexmûrê bênavber didome.
Ji destê nîvro heta niha tevgera balafirên şer a li ser asîmanên Mexmûrê bênavber didome.
Îro ji saetên nîvro heta vê kêliyê tevgerekî pir zêde ya balafirên şer li ser wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) heye.
Nayê zanîn ka ev balafir yên kîjan welatî ne.
Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên Tirk roja 15'ê Nîsanê bombe li wargehê barandibûn û 3 jin şehîd xistibûn.
Li herêmê her wiha rojên dawî liv û tevgera DAÎŞ'ê jî zêde bûye.