Li Mêrdînê operasyonên qirkirina siyasî: 14 kes hatin destgîrkirin

Li navçeyên Dêrik, Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de 14 kes hatin destgîrkirin ku 2 ji wan jin in.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ya li Mêrdînê tê meşandin, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hate destgîrkirin. Li gelek navçeyên bajêr serê sibehê polîsan avêtin ser malan. Di encamê de 14 kes destgîr kirin ku 2 ji wan jin in.

Ji kesên hatin destgîrkirin navê yên eşkere bûne wiha ne: Hevşaredarê Kerboranê Ahmet Încî ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, Lokman Findik, li Artûklûyê Hatîce Kalkan, Ramazan Kalkan û Fettah Tekîn, li Qoserê Sakîne Yildiz û li Dêrikê jî Mesût Çelîk. Li Nisêbînê jî Haznî Agırman hate destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Tê gotin ku hejmara kesên bên destgîrkirin dibe ku zêde bibe.