Li Mêrdînê cinayeta kar: Karkerekî jiyana xwe ji dest da yek birîndar bû
Li navçeya Dêrika Mêrdînê, di cînayeta kar de, karkerek birîndar bû û yê din jî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê, di cînayeta kar de, karkerek birîndar bû û yê din jî jiyana xwe ji dest da.
Parçeyên tehtê ji gir ketin li ser wesayîta kar ku li rêya Şawelat a di navbera Dêrik û Mêrdînê de.
Di encama ketina parçeyên tehtê de wesayîta kar qelibî, 2 kes di bin giraniya bi tonan a wesayîtê de man. Karker û tîmên tendirûstiyê yên ku çûyîn cihê bûyerê, karkerê bi navê Sînan Dînç bi birîndarî derxistin, karkerê bi navê Yûsûf Babaç jiyana xwe ji dest da.
Dînç ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, cenazeyê karkerê ku jiyana xwe ji dest dayî rakirin morga nexweşxaneyê.