Li Lêlikanê heman rojê du çalakî

HPG'ê ragihand li Başûrê Kurdistanê li Lêlikên li dijî artêşa Tirk a dagirker 9'ê Cotmehê du çalakî kirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê diyar kir ku çalakiya pêşî berê sibehê û çalakiya duyan jî berêvarî hatiye kirin û hate gotin, ''derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatin xistin''.

Derbarê çalakiyê bi berfirehî wiha hate gotin:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Apîroz û Şehîd Agirî hêzên me yên YJA STAR'ê 9'ê Cotmehê saet 08.30'an li Başûrê Kurdistanê, li Girê Lêlikanê ya Sidekanê li dijî artêşa TC'ê a dagirker çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li wesayitên dijmin ên li gir hatiye xistin, di encama çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne, diyar nebûye.

Heman rojê saet 17.00'an hêzên me careke dî dagirkerên li Girê Lêlikanê kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatine xistin, di encama çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne, diyar nebûye.''