Li Kurdistanê lehî rabû: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Riha, Semsûr û Meletiyê hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 10 kesan.

Li Rihayê, ji ber barana zêde av li mal, kargeh û avahiyên cemaweriyê qewimî. Rê, pir û tunel bi avê tijî bûn. Şêniyên bajêr nerazîbûn nîşanî rêveberan dan.

Li navçeya Xelîliye ya Rihayê, Xaçerêya Abîde ya bi dirêjahiya 150 metreyî ku beriya du mehan ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hate vekirin û weke xizmeteke mezin hate pêşkêşkirin, wesayitek li ber avê ket. Arkujên ku bi hawara mirovên di wesayitê de çûn, ew jî li ber lehiyê ketin. Her wiha av li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Eyyubiyeyê qewimî. Li bajêr ji bo rojekê perwerde hate rawestandin.

Li Semsûr û Meletiyê jî barana zêde bû lehî û herêm da ber xwe.

Li gorî daxuyaniyên destpêkê li Rihayê 4 kes, li Semsûrê kesekî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku cezayên 5 kesan jî li Rihayê hatine dîtin.

Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê konên mexdûrên erdhejê li ber lehiyê ketin.