Li Kerkûkê qedexeya hatin û çûnê dîsa hat dirêjkirin

Maseya Krîzê ya bajarê Kerkûkê ji bo cara çaremîn biryara dirêjkirina dema qedexeya hatin û çûnê da. Heta destpêka meha Remezanê wê ev qedexe bidome.

Îro êvarê endamên Maseya Krîzê ya Kerkûkê ji bo xweparastina li hemberî vîrûsa Koronayê li bajêr civiya û piştre derbarê encamên civînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qedexeya heyî ya li bajêr heta 24’ê vê mehê hate dirêjkirin ku ev jî dibe destpêka meha Remezanê.

Her wiha di daxuyaniyê de şert û şêwazên qedexeyê wiha hatiye bibîrxistin: “Heman biryarên ku Maseya Krîzê di qonaxên bihorî yên qedexeyê de diyar kiribûn wê werin pêkanîn û wê îznê bidin market û dukanên sebze û fêkiyan ku rojane 2 saetan vekirî bin.”

Di destpêka derketina nexweşiya Korona heta niha li bajarê Kerkûkê 31 kes nexweş ketine, 19 kes baş bûne û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî niha hejmara kesên ku li Kerkûkê nexweş in 10 kes in.