Li Kerkûkê êrîşî avahiya îstîxbaratê hate kirin

Bi xwekujî êrîşî avahiya îstîxbarata Iraqê ya li bajarê Kerkûkê kir.

Li navçeya Qadsiye dengê gelek teqînan hat her wiha piştre dengê du teqînên mezin jî hate bihîstin. Hajayî gotinê ye ku ew êrîşên li bajarê Kerkûkê hedefgirtina avahiya îstîxbarî ya Iraqê bû.

Li gorî agihiyan hejmara kesên êrîşkar du xwekuj bûn. Her wiha li gorî agihiyên ku li ber destê me ketîn îstîxbarata Iraqê ya li Kerkûkê berê agihiyên wan li ser hedefgirtina avahiya îstîxbaratê ya li bajêr hebû, hêzên wan navçeyan jî di her qewimînek ya êrîşekê de di amadekariyê debûn. Di dema rû bi rûbûna li gel xwekujan de li ber deriyê avahiya îstîxbaratê xwekujan xwe teqandin.

Di encama wê êrîşa xwakujiyê de 5 karmendên îstîxbaratê birîndar bûn

Navê wan jî wihane: Rayid Sucad, Heyder Mihemed, Firas Hesen Abdullah, Murad Mizefer Mustefar, Husên Elî Merdan.

Her wiha di heman êrîşê de jinekî sivîl ya bi navê Rehme Hemadî jî birîndar bû.

Hêjayî gotinêye piştî qewimîna wê êrîşê hêzên ewlekariyê navçe dorpêçkirin û rê nedan ku saziyên çapemeniyê jî bûyerê jî bişopînin.