Li Kaniya Xezalan polîsan êrîşî 2 kesan kirin
Du kesên bi çek ku xwe weke polîs dan diyar kirin li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, li nava kolanê êrîşî 2 kesan kirin û êşkence li wan kirin.
Du kesên bi çek ku xwe weke polîs dan diyar kirin li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, li nava kolanê êrîşî 2 kesan kirin û êşkence li wan kirin.
Li Caddeya Mehmet Akîf Ersoy a navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê polîsên sivîl, bi hinceta “Rê nedane wan” du kes êşkence kirin.
Qeydên ku kesên derdor bi tevelefonê tomar kirîn wiha belge kirin.
Di dîmenan de 2 kesên ku çek di destê wan de bi wesayîta xwe rê li ber wesayîtekê girtin û 2 kes jê anîn xwarê û êşkenceya fîzîkî li hemberî wan kirin.
Di dîmen de kesek ji yên hatî êşkence kirin dibêje, “wesayît nedîtiye.”
Hate zanîn ku polîsan 2 kesên ku di nava kolanê de hatîn êşkence kirin birine Midûryeta Emniyeta Kaniya Xezalan.