Li Hezexê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê

Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, berxwedana zindanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê silav kir. Di çalakiyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li Îmraliyê bi rêk û pêk sûcê êşkenceyê dike.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi pêşengiya Rêxistina Partiay Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Hezexê, çalakiyek hate lidarxistin û berxwedana zindanan a li dijî tecrîda li Îmraliyê hate silavkirin.

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 138'an de ye. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Hezexê têkîldarî grevên birçîbûnê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberên rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Şirnexê û rêveberên rêxistinên navçeyan, aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta 'Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, ne mirin, çareserî' hat vekirin. 

Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP'ê yê Hezexê Yasîn Oztaş ve hat xwendin. Oztaş anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li Tirkiyeyê tecrîd veguherandiye pergaleke nû û wiha got: "Yek ji van rêbazên zext û tundiyê sûcê tecrîdê ye. Tecrîd sûcek êşkenceyê ye. AKP'ê bi pêkanîna tecrîdê qedexeya êşkenceyê binpê kiriye û bi awayekî rêk û pêk sûc kiriye. Ev ji hêla CPT'yê jî ve hatiye belgekirin. Lê tevî van belgeyan hikûmeta AKP'ê di pêkanîna tecrîdê de israr kiriye. Em zanin ku ev rêbaz bi xwe re talan, şer û mêtingerî anî ye."

Oztaş bang li hikûmetê kir ku tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bike û û got: "Me wekî HDP'ê bi dehan caran anî ziman. Lê hikûmetê ji bo rakirina tecrîdê tu gavên girîng neavêtin. Ji her neyiniyeke ku rû bide berpirsiyar hikûmet û Wezîrê Dadê ye. Em li vir bang li hikûmetê dikin girtiyên siyasî ji bo demokratîkbûna welat û çareserkirina pirsgirêka Kurd têdikoşin û daxwaziyên wan jî ev in. Ji ber wê divê daxwazên wan tavilê bi cih bên. Xwedîderketina li girtiyên siyasî berpirsyariyeke exleqî û wijdanî ye."

Piştî daxuyaniyê HDP'iyan xwest ku çalakiya rûniştine pêk bînin, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li gel hemû astengiyan jî HDP'yî rûniştin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.