Li gundê Exsê şopên Kurd û Ermeniyan

Cîranê me yê qedîm Ermenî bi trajediyên mezin ji van herêman koçber bûn, lê hêj şopên Kurd û Ermeniyan li Exsê tên dîtin. Lê tişta girîng parastina nirxên van gelan e.

Gundê Exsê navê xwe ne bi Kurdî ye, dibe ku bi Ermenîkî be, ji ber ku bi salan Kurd û Ermenî bi hev re li ser vê axê jiyan e. Cîranê me yê qedîm Ermenî bi trajediyên mezin ji van herêman koçber bûn, lê hêj şopên Kurd û Ermeniyan li Exsê tên dîtin. Lê tişta girîng parastina nirxên van gelan e.

Gundê Exsê yê girêdayê navçeya Erdîşê ya Wanê, her çendî bi navê xwe yê Tirkî Dolocakoy be jî, lê bi jiyana xwe kurdewar e. Ev gund bi gundên wekî Yekmale, Zorava, Şor, Kilîse, Şarbazar, Doxançî û Hesenevdalê re cîran e û dikeve herêma Geliyê Zîlan. Şêniyênvî gundî kêliya dawî ji Komkujiya Geliyê Zîlan a sala 1938'an filitîbin jî, lê ji qirkirinê çandê ya dewleta Tirk nefilitîne û wekî hemû gundên herêmê wê jî para xwe ji polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk girtiye. 

AXA BI BEREKET Û JIYANA KOMUNAL; EXS

Gund li cihekî bilind hatiye avakirin û xwedî axeke gelek bi bereket e. Hema li pêşberên wê gundên Şarbazar û Doxançiyê hene, dîsa rêzeçiyayên herêmê ku heta bi Çiyayên Tendûrekê re dibin yek, Zozanê Çilkaniyan hene. Di milê gund ê rastê de ku dikeve rojavayê gund, Çiyayê Kaniya Hewa heye û di demsala biharê de gundî ji bo li zinarên jorîk kuark û rivêsan berhev bikin, berê xwe didin wir û piştî di wan berpalan de diwestin, li ser Kaniya Hewa bêhna xwe vedidin û ji wan avên sar avê vedixwen. 

Wekî me gotî bi axa xwe jî gelek dewlemend e, di xwezaya herêmê de gelek fêkiyên wekî guz, sêvetirş, hirmê, givîj, şîlan, çûk, bîhok, hulik (fêkiyên herêmê ne) û hwd. ten dîtin. Di warê pincarê de jî gelek dewlemend e û ev pincarana di penêr û xarinên herêmê de tên xebitandin. Gundî bi gelenperî debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikin. Di salên 1980'yên de li herêmê genim û ceh jî dihat çandin. Lê di salên dawî de ji ber ku welatî zêdetir debara xwe bi sewalkariyê dike, karê gîhadirûnê û ketê zêdetir li pêş e. Di salên 90'î û berê wê jî, dîsa piştî 90'î jî li herêmê her malek teqes bostanekî wan hebû. Bi giştî zebzeyên wekî kartol, gulberoj, kundir, û hwd. diçandin. Lê di salên dawî de ji ber ku derfetên çûyîn û hatina bajêr (Erdîşê) gelekî zêde bûne, welatî gelenperî fêkî û zebzeyên xwe ji sûkê digirin. Lê malbatên ku bêhna xwe bi bostanan derdixin jî hene. Dîsa di salên dawî de welatî êdî fêkiyên wekî sêv û hirmê zêdetir diçînin. Li herêmê mirîşk, elok û qaz jî gelekî tên xwedîkirin. Zivistana herêmê gelekî dijwar derbas dibe, ji ber wê jî tevahiya mehên havînê welatî ji bo zivistanê bê kêmasî derbas bikin, di warê êzing, sergîn û komirê de amadekariyên xwe dikin.

JIYANA HEVPAR A KURD Û ERMENIYAN

Gund demek dirêj e hatiye avakirin û dîroka avakirinê nayê zanîn. Di der barê dîroka gund û kîjan salê hatiye avakirin de, kalê 90 Salî Osman Îlerî jî ne xwedî agahî ye. Li herêmê şopên Ermeniyan jî gelek tên dîtin û li gundê bi navê Kilîseyê, şikeft, xaç û beraş (kevirê aşan) hêj hene. Ev herêm di newaleke gelekî kûr de ye û bi dehan darên guzê yên dema ermeniyan de hatine çandin, hêj îro gelên herêmê xwedî dike. Berî qirkirina Ermeniyan, Kurd û Ermenî li van gundan bi hev re jiyan kirine. Piştî qirkirinê herêm bi giştî ji kurdan re maye. Lê piştî di sala 1938'an de Komkujiya Geliyê Zilan pêk tê, ev herêm 25 salan vala dimîne. Li herêma Melehacê ku ev herêm dikeve navbera gundê Hesenevdal û Exsê de, kanên binerdî hene û ev wekî Zêr Zemî tê pênasekirin. Kanên gelekî kûr in û dibe ku di serdema Urartuyan de hatibe kolandin. Gundiyên herêmê gelek caran bi zehmetiyên mezin ketine van kanan û tê gotin ku hin ji wan di hundur de rêyên xwe şaş kirine û piştî bi rojan ji wan kanan derketine. 

SIRGÛNÎ Û KOÇBERÎ

Qasî 20-30 kîlometre li jora gund herêma bi navê Quzîblax heye û li vê herêmê kanên komirê hene. Di salên 1970'yan heta 1990'î ji van kanan gelek komir dihat derxistin. Lê piştî 90'î ev kanên komirê hatin girtin û bi dehan karkerên li vê herêmê dixebitîn, sirgûnî bajarê Erziromê û navçeya Somayê ya Manîsayê hatin kirin. Gelek ji wan karkeran di kanên komirê yên Somayê de teqewît bûn û hin ji wan vegeriyan warê xwe, hin ji wan hêj li Somayê dijîn. 

GUNDÊ WELATPARÊZ

Gundê Exsê jî wekî gundên cîranên xwe yên ku me navê wan li jorê rêz kir, gundekî welatparêz e û gelek gerîlayên wan hene. Her çendî zextên cerdevaniyê li wan hatibe kirin jî, ev gundên ku navên wan hatine vegotin, yek jî nebûye cerdevan. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji van gundan sedî 100 deng ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re derketin. Berî 3 salan bi piştgiriya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Meclîsa Gund hatibû avakirin, lê ji ber pirsgirêkên rêxistinkirinê, ev meclis niha ne aktîf e. Dîsa xala herî girîng rewşa ciwanên herêmê ye, di demsalên havînê de ciwan zêdetir bi paletiyê re mijûl in, lê di demsalên zivistanê de, bi giştî li metrepolên Tirkiyeyê bi karên înşaetê re eleqedar in û di salên dawî de gelek ji wan berê xwe didin bajarên wekî Kastanmonu, Stenbol, Îzmîr, Ordu û hwd. û li wan bajaran bi cih dibin.