Li Girtîgeha Agiriyê çi diqewime?

ÎHD’ê binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Agiriyê kir rapor. ÎHD’ê diyar kir ku girtiyan di nameyên şandin de wiha gotine ‘'Dibe ku ev axaftina me ya dawî be.’.

Şaxê Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê têkildarî binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Agiriyê li avahiya saziyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Şaxa ÎHD'ê ya Wanê rapora der barê binpêkirina mafan a li Girtîgeha Agiriyê parve kirin. ÎHD'ê diyar kir ku girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin  dibe ev axaftina me ya dawî be. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet û malbata rojnameger Hamit Dilbahar jî tevli daxuyaniye bû.

Melet, diyar kir ku wan heyetek ava kir û xwestin bi girtiyan re hevdîtin bikin, lê ev daxwaza wan hatiye redkirin. Melet, anî ziman ku piştî hevdîtinên bi Gokmen Çiftçî yê girtî re hat kirin, gelek binpêkirinên mafên mirovan derketine holê.

‘HIŞMENDIYA LEŞKERÎ’

Melet, destnîşan kir ku berê Girtîgeha Agiriyê girtîgeha leşkerî bû û wiha got: "Di ziyaretên ku malbatan bi girtiyan re kir derket holê ku hê jî girtîgeh ji hişmendiya leşkerî xelas nebûye. Pêk pêkanînên serdema leşkerî berdewam dikin.

Di nameyan de ku girtiyan ji me re şandine  xuya dibe ku zextên li ser girtiyan pir zêde bûne. Divê Wezareta Dadê heyeteke bişîne. Girtiyan di nameyên ku ji malbatan re şandin gotin 'Dibe ku ev axaftina me ya dawî be.' Bi vê gotinê balê dikişînin ser talûkeya li ser wan. Zextan li ser girtiyan dikin ku têkevin nîzama leşkerî û li ser piyan hêjmarê bidin. Girtiyan destnîşan kirin ku her dem li odeyên wan lêgerîn dikin û odeyên wan her dem di bin çavdêriyê de ye. Li odeyan dixwazin pergala leşkerî ava bikin û her tiştî li gorî vê pergalê ava dikin. "

MALBAT LI BERAMBERÎ REWŞÊ NERAZÎ YE

Dayika Hamît Dûman, Halime Duman jî anî ziman ku li girtîgehan zarokên wan rastî îşkence û lêdanê tên û zarokên wan di bin talûkeyê de dijîn. Halîme Dûman xwest demek berî demekê dawî li vê pêkanînê bînin.