Li Geverê teqemeniya ku zarokan dîtibû teqiya: Zarokek mir

Li Geverê ya Colemêrgê ji ber teqemeniya ku wan dîtibû, ji du birayan yekî jiyana xwe ji dest da.

Li Geverê ya Colemêrgê ji ber teqînê zarokekî jiyana xwe ji dest da, zarokek jî birîndar bû. Li gorî agahiyan li taxa Eskî Kişla ya Geverê zarokên bi navê Û.K û E.K li erdê hesinek dîtin, dema pê dilîstin teqiya. Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê. U.K ê ku rewşa wî giran bû, ligel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.

Tedawiya zarokê birîndar tê kirin û polîsan li cihê ku teqîn lê pêk hatiye, lêkolîn dan destpêkirin.

Li Geverê di 13’ê Adara 2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û 79 rojan domiyabû.