Li gel qesra li Xelatê, 11 vîla jî hatin çêkirin

Li navçeya Xelat a Bedlîsê li gel qesra ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan hatî çêkirin, 11 vîla jî hatin çêkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku derdora Gola Wanê veguherandiye qada rantê, bi demografiya herêmê dilîze û polîtîkaya Tirkkirinê didomîne.

Li gel qesra ya li bejahiya Gola Wanê, çêkirina 11 vîlayan jî temama bû ku sala 2022’yan dest bi çêkirina wan hate kirin. Tê diyarkirin ku 200 milyon TL li vîlayan çûne û wê tahsîsî wezîran bê kirin.

Muteahhitiya vîlayan jî hevalê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Erdogan, Hasan Gursoy girtibû ser xwe. Erdên gel desteser kirin û îmaja ‘Tirkîtiyê’ didin van vîlayên ku bi qeçax tên çêkirin.

Weke tê zanîn TOKÎ di navbera salên 2022 û 2024’an de li Xelatê erdên gel bi zorê jê stand û bi sedan avahî hatin çêkirin. Bi hezaran Tirkên Ahiskayî li van avahiyan hatin bicihkirin.