Li Erzîromê 2 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Xorasan a Erzîromê di operasyonên qirkirina siyasî de yên li dijî HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên navçeyê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu hatin destgîrkirin.
Li navçeya Xorasan a Erzîromê di operasyonên qirkirina siyasî de yên li dijî HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên navçeyê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu hatin destgîrkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam dikin.
Li navçeya Xorasanê ya Erzîromê, polîsên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser malên rêveberên HDP'ê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu û ew destgîr kirin.
Aydin û Gozungu birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.