Li dora Tebqayê şer giran e: 53 çete hatin kuştin

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Safsafah ê Tebqayê hate şikandin. Li 3 taxên derveyî bajêr jî şer dewam dike. Di vî şerî de heta niha 53 çete hatine kuştin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê di roja 44'an de didome. Çeteyên DAIŞ li derveyî bajêr êrîşên xwe zêde kirin.

Duh serê sibehê di seet 05.30'an de çeteyan ji aliyê Reqayê ve êrîş birin ser gundên Safsafah û Sahil El-Xeşab.

Li her du gundên li rojhilatê Tebqayê, heta derengiya şevê şer qewimî. Di encamê de êrîşa çeteyan a li ser gundê Safsafah hat şikandin û piştî nîvê şevê şervanên QSD'ê dest bi operasyonê kirin. Der barê encama şer de heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Şerê li gundê Sahil Ebû Xeşeb heta van kêliyan dewam dike. Li ser encama vî şerî jî ti agahî bi dest neketin.

Li Tebqa Nû (Taxên Hey Ewwel, Tanî û Salis), ku taxên li derveyî bajêr in şerekî dijwar diqewime. Fermandarên QSD'ê diyar kirin ku ji pêr şev heta van kêliyan di vî şerî de herî kêm 53 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, di vî şerî de 3 şervanên QSD'ê jî şehîd bûn û 4 jî birindar bûn.

Şerê li vê herêmê dewam dike.

NAVENDA BAJARÊ TEBQAYÊ DI KONTROLA QSD'Ê DE YE

Navenda bajarê Tebqayê, di 2'ê Nîsanê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji DAIŞ'ê hate paqijkirin.