Li dijî tecrîdê grêva birçîbûnê li Mexmûrê kete roja 115'an

Grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê kete roja 115'an.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 115’an de dewam dike. Koma 58’an çalakiya greva birçîbûnê dewirgirt.

Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdîstanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 57’emîn Cemîle Korkmaz axivî.

Korkmaz got,''Ev çalakiya me li ser esasê azadiya Rêber Apo ye. Em ê heta dawî jî ji bo armanca xwe têbikoşin. Niha tecrîdek girankirî li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin. Ji bo wê jî pêwîst e em bibin yek û bi çalakiyên xwe vê tecrîda li ser tevahî gelê Kurd bişkênin. Banga min ji bo gelê azadîxwaz ew e ku xwedî li Rêber Apo, mîmarê azadiyê û kilîda aştiyê derbikevin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’  û ‘Bijî Berxwedana Zîndanan’ bi dawî bû.