Li Dêrsimê çalakiya bibîranînê: Ji bîr nekin!

Ji bo kesên ku di qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de dayîka ji Ocaxa Dervîş Cemal, Menşûre Dogan axivî û got:“Heke pitika di zikê de dayîkê de were singûkirin ev qirkirin e.”

Kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn. Hat diyarkirin ku divê li Dêrsimê bûyerên sala 1937-38’an wek qirkirin werin qebûlkirin. Di çalakiyê de dayîka ji Ocaxa Dervîş Cemal, Menşûre Dogan got: “Pîra min ji min re digot ku Dêrsim 37-38 Kerbela bû. Ji bîr nekin.”

Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ji ber salvegera 80’emîn a Terteleya Dêrsimê çalakiya bibîranînê lidar xist. Gelek nûnerên partiyên siyasî, komele û saziyên civakî beşdarî bibîranînê bûn.

DOGAN: JI BÎR NEKIN!

Di çalakiyê de Parlementerê HDP’ê Muslum Dogan axivî û got: “ Navenda Elewîtî û baweriya wê Dêrsim e. Û ji ber vê jî li ser Dêrsimê qirkirin pêk anîn. Ji ber vê jî divê em li ser aliyê wê yê navdewletî yê vê qirkirinê bisekinin û vê qirkirinê wekî sûcekî mirovahiyê bidin qebûl kirin.”

Dayîka ji Ocaxa Dervîş Cemal, Menşûre Dogan jî qala bîranînên pîra xwe kir û got, pîra min ji ber ku şahida komkujiyê bû bi dizî ji me re qala qirkirinê dikir.

Dogan got:“Heke pitika di zikê de dayîkê de were singûkirin ev qirkirin e”.

Ligel ku walîtiyê qedexe jî kiriye, Dêrsimî wê di saet 18.30’an de li Qada Seyid Riza wê ji bo bibîranînê mûman vêxin