Li Colemêrgê ji sedî 20 zam kete ser nan

Li Colemêrgê ya ku bêkarî û hejarî di asta herî jor de ye, ji sedî 20 zam kete ser nan. Gel nerazîbbûn nîşanî birayara Yekîtiya Odeya Esnafû Sendîkayan a Colemêrg û qeyûmê Colemêrgê yên li ser zamê girtine, da.

Li Colemêrg nanê ku 250 giram bi 1 lîre û 25 qurûşan dihate kirîn, 25 qurûş zam kete ser bû 1 lîre û 50 qûrûş. Ji ber polîtîkayên dewletê yên şer, qedexeya çûna zozan, dîsa bi darê zorê valakirina gundan li herêmê çandinî û lawirvanî li ber tinebûnê ye. Colemêrg her çendî bajarekî li ser sînore, lê ji ber qedexeya bazirganiyê gel hejar û bêkar maye. Li Corlmêrgê rêjeya bêkarî ji sedî 85’e.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19 û mirina kesan a bi xwe re anî, gel neçar ma ku li malên xwe bimîne. Mayîna di mal de ya ji ber vîrûsa korona di demekê de ku gelê Colemêrgê nekaribe pêwîstiyên xwe yên bingehîn bigire, ji sedî 20 zam ketina ser nan, rê li ber nerazîbûnan vekir. Nerazîbûn nîşanî Yekîtiya Oeyên Esnaf û Sendîkeyan a Colemêrg û qeyûmê Şaredariya Colemêrgê hate dayîn. Li gel zama li ser nanê 250 giram hate dayîn, nan ê ku 1 lîre û 25 qurûşan dihate firotin bû 1 lîre 50 qurûş.

Gel ê nerazîbûn nîşanî Yekîtiya Oeyên Esnaf û Sendîkeyan a Colemêrg û qeyûmê Şaredariya Colemêrgê da, diyar kirin ku Yekîtiya Oeyên Esnaf û Sendîkeyan a Colemêrg û qeyûmê Colemêrgê di van rojên zehmet de fistekariyê dike. Gel diyar kir ku odeya esnaf ên Colemêrgê û qeyûm hevpar ev biryar girtine, qeyûm û saziyên wê gel temsîl nakin,tenê berîkên xwe difikirin.