'Li cihê ku yekîtiya gelan hebe li wir zilm têk diçe'

Hevserokê Meclisa Erebên Şengalê Ebû Seqer, li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû û got, "Li cihê ku yekîtiya gelan hebe li wir zilm têk diçe."

Hevserokê Meclisa Erebên Şengalê Ebû Seqer (Xideyîr Saleh) têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û destnîşan kir ku tenê bi hevgirtina gel dikarin dawî li tecrîdê bînin.

Ebû Seqer diyar kir ku gelê Ereb ê li Şengalê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye esas û got, "Di serî de em tecrîda girankirî yê li ser Rêber Ocalan şermezar dikin. Divê tevahiya gelên aştîxwez hevgirtina xwe çêbikin û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Em wek gelê Ereb, ji vê rewşê xemgînin û dixwazin di demek kin de bi Rêbertî re hevdîtin pêk were."

TIRKIYE SPONSORÊ FERMÎ YÊ DAÎŞ’Ê YE

Seqer destnîşan kir ku ew bi felsefeya Ocalan jiyaneke hevpar ava dikin û got, "Li Şengalê wek gelê Ereb û Êzidî em bi hev re weke xwişk û bira dijîn. Ev yek bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hat. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê em her di nava çalakiyan de bin. Ji çalakiyan bêhtir jî divê em serî li saziyên pêwendîdar bidin ku karibin zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin. Divê em bi têkoşîna xwe Rêber Ocalan ji nav çar dîwaran derînin.”

Seqer bi dewamî got, "Em tevahî jî dizanin dewleta Tirk ji bo çeteyan weke stargehe e. Çeteyên ku ji Holê û Babê direvin yekser derbasî Tirkiyeyê dibin. Dewleta Tirk van çeteyan perwerde dike û dubare dişîne herêmên ku gel ewlehiya xwe pêk anîne û êrîş dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê naxwazin li Rojhilata Navîn aramî û aştî pêk were. Tevahî cîhan jî vê yekê dibîne. Tirkiyê sponsorê fermî yê DAÎŞ’ê ye."

LI CIHÊ KU YEKÎTIYA GELAN HEBE LI WIR ZILM TÊK DIÇE

Hevserokê Meclisa Erebên Şengalê Ebû Seqer herî dawî ev tişt got, "Pêwîste ji niha bêhtir gelê Ereb û gelê Êzidî destê xwe bide hev. Li cihê ku yekîtiya gelan hebe, li wir zilm têk diçe. Em bang li sazîyên peyîwendîdar û mafê mirovan dikin ku dawî li vê zilmê bînin."