Li Bakur û Başûr derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li gelek herêman gerîla çalakî li dar xistine û li Barzanê 5, li Çelê 6, li Dersimê 6, li Agiriyê 10 û li Şirnexê jî 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker, 27'ê Îlonê li derdora Tepê Xwedê yê herêma Barzanê ku li nava axa Başûrê Kurdistanê ye dest bi operasyonê kir û ev operasyon hê dewam dike.

Gerîlayên me, roja 2'ê Cotmehê saet di 15:00 de li leşkerên dijmin ên li girê Bayrak xistin. Ji nêz ve derb li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, bi qasî ku hate tespîtkirin 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Piştî çalakiyê, hêzên dagirker saet di 20:00 de mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

LI ÇELÊ HERÎ KÊM 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 1'ê Cotmehê saet di 06:10 de, li hemberî artêşa TC a dagirker a li girê Qela Merganiş a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin û leşkerên malzeme dibirin gir hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 çeper hatin rûxandin û hat tespîtkirin ku 6 leşker hatine kuştin.

Piştîo çalakiyê, artêşa TC a dagiker bi piştgiriya balafirên hewayî yên bê mirov li herêmê dest bi operasyonê kir. 2'ê Cotmehê saet di 02:00 de, hêzên me li yekîneyeke dijmin a hewl dida xwe berde nava qada me, xistin. Ji nêz ve derb li vê yekîneya dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Artêşa TC a dagirker, piştî şer leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir û bi obus û hawanan herêm topbaran kir. Tîma me ya çalakî pêk anî, bi rengekî serketî vegeriya baregehên xwe.

2'ê Cotmehê saet di navbera 09:00 - 09:20 de, hêzên me li girê Girê yê navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 14 roket li çeperên dijmin ket. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI DERSIMÊ ÇALAKÎ: 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN, LEŞKEREK Jî BIRÎNDAR BÛ

Hêzên me dor li yekîneyên hêzên dijmin ên li derdora gundên Hêstiran, Hirsizpinar û Golbasan ên Dersimê kemîn danîbûn girtin û 2'ê Cotmehê saet di 16:10 de li nêzî gundê Golbasanê li yekîneya dijmin xistin. Gerîlayên me xwe berdan nava çeperên leşkeran û li hêzên dijmin reşandin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Hêzên dagirker piştî vê çalakiyê bombe li derdorê barand û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danî, bi vî rengî dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker, leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî û sivîl ji herêmê rakir.

LI AGIRIYÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, hêzên me 2'ê Cotmehê sat di 12:00 de, li dijî wesayiteke transît a ku kontra û leşker tê de bûn û tabûra Tûjik a navçeya Bazîd a Agiriyê diçû herêma ku dîwar di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tê lêkirin, çalakiya sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de wesayita transît bi temamî hate îmhakirin û bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşker hatin kuştin.

ARTÊŞA TIRK LI ŞIRNEXÊ DERKETIYE OPERASYONÊ

29'ê Îlonê, artêşa TC a dagirker li herêma Kanî Botkê ya Besta ya Şirnexê, bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer, helîkopterên bi tîpa Kobra yên êrîşê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet di 11:30 de balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin.

Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn.

Danê êvarê, hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa Skorsky hêzên xwe danî. Di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de, roja 30'ê Îlonê saet di 10:00 de şer qewimî. Di vî şerî de hevalekî me yê bi lehengî şer kir, şehîd bû. Hevalekî me bi giranî birîndar bû û dîl kete destê hêzên dijmin.

Heman rojê saet di 15:00 de hêzên me li girekî ku yekîneyeke operasyonê lê bû çalakiyek pêk anî. Ji nêz ve li hêzên dijmin hate reşandin û bi qasî hatiye tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand.

Heman rojê saet di 17:00 de, hêzên me ji 2 baskan ve gule li yekîneyên operasyonê yên hewl didan xwe vekişînin û helîkopterên Skorsky reşandin. Derb li 2 helîkopterên Skorsky ketin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI AMEDÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 29'ê Îlonê piştî nîvro, artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Ferhat a navçeya Licê ya Amedê, bi desteka balafirên bê mirov, li mintiqeyên Axtikan û Baravê dest bi operasyonê kirin. Heman rojê saet di 19:30'î û 30'ê Îlonê saet di 04:30 de balairên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin. Ji ber vê êrîşê 4 hevalên me şehîd bûn."