Li Amûdê cenazeyê Cûlî hat veşartin

Welatiyên bajarê Amûdê cenazeyê şervanê Yekîneyên Disiplîna Leşkerî Ebdulkerîm Cûlî yê ku li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê li pêşiya navenda Heyva Sor a Kurd a bajêr kom bûn, cenazeyê şehîd Ebdulkerîm Cûlî (Ebid Cûlî) wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Ismaîl ve ketin rê.


Di merasîmê de Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Ehmed, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Ebdulkerîm Sarûxan û cîgirê wî Hisên Ezam, amade bûn.


Li goristanê deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyê azadiyê hat girtin û şervanên Yekîneyên Disiplîna Leşkerî merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.


Piştre nasnameya şervanê Yekîneyên Disiplîna Leşkerî Ebdulkerîm Cûlî hat xwendin, cenaze bi dirûşim û tilîliyan ve li Goristana Şehîd Îsmaîl hat veşartin.