Li Amedê serdarek hate kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Karaz a Amedê hate lidarxistin de serdarek û çawîşek pispor hatiye kuştin.

Navenda Ragaihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîla ev agahî parvekirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de, li navçeya Karaz a Amedê çalakiyek lidar xistin.

Li herêmê yekîneyeke taybet ya ji bo operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li herêmê xebatên sîxûrî û komkirina agahiyan dikirin ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin. 26’ê Îlonê saet 15:00’an hêzên me li dijî vê yekîneyê ya ku hêza rêveberiyê kirin hedef çalakiyek lidar xistin. Wesayîteke ku 3 kes li nav bûn, di navbera gundê Banê û Rasûlaynê yê girêdayî Karazê de hêzên me kemîn li ber danîn. Di encama lêxistin ji nêz ve Serdarekî yê fermandarê jandermeyan a navçeya Karaz û çawîşek pispor hatin kuştin, astsûbeyek jî birîndar bûye.

ARTÊŞA TIRK LI GIRÊ XWEDÊ DEST BI OPERASYONÊ KIRIYE

Artêşa Tirk 27’ê Îlonê li Girê Xwedê û derdorî wê ya girêdayî Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonekê kiribûn.

Di operasyona cih bi cih şer lê qewimî de, hêzên me li dijî hêza dijmin çalakî lidar xistine.

Di çarçoveya van çalakiyan de, hêzên me 28’ê Îlonê saet 16:00’an li Girê Bayrak yekîneyek dijmin kirin hedef û ji nêz ve lêxistin. Di encama lêxistina gerîla ya xurt de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

3 gerîlayên me 28’ê Îlonê li Herêma Adil Bed li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin û ji bo pêşiya dijmin bigirin bi fedayî li ber xwe dan şehîd bûne.

LI DERSIMÊ ŞER

27’ê Îlonê saet 16:00’an hêzên me yên gerlîla li devera Şehîd Zîlan a girêdayî naçveya Qislê ya Dersimê rastî hêzên dijmin hatine, li vir şer qewimiye. Di şerê dem kurt de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahî nehate girtin.

Hêzên me yên ku ketîn nava şer bi sax û silametî vegeriyane navendên xwe.

Piştî şer helîkopterên bi tîpa Kobra qad bombe kirin, bi helîkopterên Skorsky jî leşker li herêmê danîne. Helîkopterên Kobra saet 18:00’an dîsa herêm bombe kirine. Di encama bomberdûmanê de şewat li herêmê derketiye.

Roja din saet derdorî 16:00’an bi desteka helîkopteran operasyona ku bi qismî ji qadê vekişayî bi desteka yekîneyên veşartî dewam dike.

LI ŞEMZÎNANÊ ARTÊŞA TIRK DEST BI OEPERASYONEKÊ KIRINE

27’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li derdorî Girê Şikêrê Spî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kirine.

LI AMEDÊ OPERASYON

26’ê Îlonê saet 18:30’an artêşa Tirk bi desteka Balafirên Keşfê yên Bê Mirov (ÎHA) li devera Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kirine.

27’ê Îlonê saet 13:30’an balafirên şer dever bombe kirin, saet 15:30’an helîkopterên bi tîpa Skorsky li qadê leşker danîne. Artêşa Tirk a helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hewanana qad bombe kirin di şeva heman rojê bê ku encamek bigirin ji qadê vekişiyane.

LI HERÊMÊN GERÎLA ÊRÎŞ

Balafirên artêşa Tirk a dagirker 28’ê Îlonê saet 20:00’an devera Çiyayêreş ê girêdayî Herêma Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û heman rojê saet derdorî 20:00 -21:00’an devera Dola Konferansê ya girêdayî Avaşîn bomberdûman kirine.