Li Amedê şer
Li Amedê, di şer de ku 15’ê Kanûnê mabeyna leşkerên Tirk ên operasyonê û gerîlayan de rû da, 2 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn.
Li Amedê, di şer de ku 15’ê Kanûnê mabeyna leşkerên Tirk ên operasyonê û gerîlayan de rû da, 2 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 15’ê Kanûnê, artêşa Tirk bi tevllîbûna 4 hezar leşkeran ve li qada Şehîd Rojhat a navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê dest bi operasyonek berfireh pêk aniye.
HPG’ê got; “Heman rojê saet 08.45’an hêzên me li baskekî operasyonê dan. Di şer de ku nêzî saetekê dewam kir, 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Dîsa saet 12.30’an hêzên me li baskekî din ên operasyonê dan, li vir 8 leşker birîndar bûn. Di şer de 2 gerîlayên me şehîd bûne.”