Li Amedê sê kes hatin binçavkirin
Li Amedê serê sibehê di serdegirtina malan de sê kes hatin binçavkirin.
Li Amedê serê sibehê di serdegirtina malan de sê kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinan de endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û xwendekarê zanîngehê Peyam Kûtlû, Eyup Hekîmoglû û Berîvan Nergîs hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehate hînbûn. Tê gotin, hejmara kesên hatin binçavkirin dibe ku zêde bibe.