Li Amedê lêgerîna edaletê: Gencer di binçavan de hate qetilkirin

Li Amedê parêzvanên mafê mirovan û xizmên windayan di lêgerîna edaletê de vê hefteyê de li aqûbeta Endamê DEP'ê Kerem Gencer pirsîn.

Çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin”, bi pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan berdewam kir. Çalakiya ku 441 hefte li dû xwe hişt, li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û xizmên windayan amade bûn.

Bîlîcî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ji bo hiqûq li welat bê rûniştandin, divê her kes xwedî li xizmên windayan derkeve û wiha axivî: "Heke hûn xizmên windayan tenê bihêlin, hûn ê windayan bê lêpirsîn bihêlin. Divê em kesên hatine windakirin ji bîr nekin." Bîlîcî bal kişand ser parêzvanên mafên mirovan ên hatin girtin jî û xwest demildest ev mirov bên berdan.

ÇÎROKA KEREM GENCER

Wekî her hefteyê çalakî bi xwendina çîrokên kesên winda dewam kir. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan çîroka Kerem Gencer ê di 16'ê Çileya 1994'an de hat windakirin xwend. Orhan da zanîn ku Gencer endamê HEP'ê bûye û wiha axivî: "Kerem Gencer li gundê Vervanê ya girêdayî navenda Bedlîsê, peywirdarê diyanetê bû, tîmên taybet gelek caran ew binçav kirin, di 16'ê Çileyê saet di 21.00'an de ji mala xwe hatiye girtin."

Orhan aşkera kir ku Gencer piştî rojekê li gundê Sakê ji piştê ve hatiye gulebarankirin û cenazeyê wî hatiye dîtin û wiha pê de çû: "Di rapora otopsiyê de de piştrast bû ku Gencer îşkenceyê dîtiye û ji serê xwe bi guleyekê hatiye kuştin. Di sala 1993'yan de Fermandarê Tûgaya Zirxî ya Tetwanê Korkmaz Tagma Gençer wekî endamê PKK'ê sûcdar kiribû. Dema Gencer hat binçavkirin endamê DEP'a Bedlîsê bû. Rixmê hemû hewldanên malbatê jî kujer nehatin dîtin."