Li Amedê Kobanê hate silavkirin: AKP û MHP ew ê têk biçin!

Li Amedê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî hate dayîn û ji AKP û MHP’ê re hate gotin ku geşkirina agirê Kobanê ew ê bibe dawiya desthilatdariya we.

Li Amedê ji aliyê HDP’ê ve di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Çalakî li pêşiya avahiya bajêr a HDP’ê hate dayîn. Hevseroka bajêr a Amedê ya HDP’ê Fîlîz Bûlûttekîn, Hevseroka bajêr a Amedê ya DBP’ê Naşîde Toprak, parlementerên Amedê yên HDP’ê Semra Guzel, Dersim Dag, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari û gelek kes tevlê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka bajêr a Amedê ya DBP’ê Naşîde Toprak ve hate xwendin.

‘EW Ê BIBE DAWIYA DESTHILATDARIYA WE’

Toprak di daxuyaniyê de bal kişand ser vî tiştî ku AKP beriya hilbijartina herêmî êrîşên li ser Kobanê zêde kiriye û got ku, “Divê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê bi vî tiştî baş bizanibe, geşkirina agirê Kobanê û hewldana vejîna nîjadperestiyê ew ê bibe dawiya desthilardariya we.”

Toprak diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkariya hêzên global û herêmî bi deh hezaran zarok, ciwan û kal qetil kir û got ku, “Feraseta tarî ji aliyê berxwedana Kobanê hate şikandin.”

MIRAZÊ WAN DI QIRIKA WAN DE MA

Toprak got ku “Kesên ku digotin ‘Kobanê ket’, mirazê wan di qirika wan de ma. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Kobanê hatin şikandin, him ji bo Rojhilata Navîn û him jî ji bo cîhanê ronahiya rûmeta mirovbûnê li Kobanê hate vêxistin.”

Toprak şehîdên di berxwedanê de bi bîr anî.