Li Amedê daxuyaniya xizmên girtiyan ji aliyê polîsan ve hate astengkirin

Malbatên girtiyên ku bi daxwaza şkandina tecrîdê û azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyî bidin. Daxuyaniya malbatan ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin.

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji bo balê bikişînin ser rewşa çalakgeran xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan destûr neda ku malbat daxuyanî bidin.

Polîsên bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê, bi TOMA'yan û sedan polîsên hêzên çewîk pêşiya girtîgehê dorpêç kirin. Malbatan ligel hemû astengiyan jî xwestin daxuyanî bidin, lê polîsan ew kirin çemberê. Malbatan li ser vê yekê bi lêxistina çepik û tilîliyan ev helwesta polîsan şermezar kirin.

Polîsan piştî hevdîtina nîv saetê hat kirin, xwestin malbatan bi zorê li wesayîtan siwar bikin û ji herêmê dûr bixin. Malbatên li dijî vê mudaxileya polîsan li ber xwe dan, bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" şermezar kirin. Polîsan bi mertalên xwe bi zorê malbat ji ber girtîgehê dûr kir. Malbatan jî li ser vê yekê bertek nîşanî polîsan dan û gotin: "Em dayikin. Dayikên we jî hene. Zarokên me ji birçînan dimirin."

Malbat piştre kom bi kom ji dorpêça polîsan derketin, li çepikan xistin û bi berzkirina dirûşmeyan xwestin bimeşin. Polîsan dîsan mudaxileyê malbatan kirin û destûr nedan ku malbat bimeşin. Polîsan li ser vê yekê, xwestin malbatên li ber girtîgehê kom bibûn li wesayîtê xwe siwar bibin û ji ber girtîgehê dûr bikevin. Malbatên nexwestin ji herêmê dûr bikevin, polîsan bi zorê ew li wesayîtên wan siwar kirin û ji herêmê dûr kirin.

Welatiyekê dinava koma malbatan de li polîsan vegeriya û got: "Ma zarokên we tunene ne? Wezareta Dadê li kuye? Ma eve edalet? Em dayikin dilê me dişewite." Malbatên li ber xwe dan piştî demekê li wesayîtên xwe siwar bûn û ji ber girtîgehê veqetiyan.