Li Amed û Wanê nobeta malbatên girtiyan didome

Li Amed û Wanê nobeta edaletê ya malbatên girtiyan didome. Di serdanan de hate diyarkirin wê roja Pêncşemê li pêşiya Saziya Tipa Edlî çalakî were destpêkirin.

AMED

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 63'yemîn de berdewam dike. Însiyatîfa Piştgiriya Girtiyan a Stenbolê û Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasan  a Ji Bo Azadiyê (OHD) serdana malbatan kirin.

Berdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Girtiyan a Stenbolê Ugur Karadaş di serdanê piştgiriya xwe bi van gotinan parve kir: "Ez ji Karadenîzê me û Tirk im. Lê ez jî weke Tirkekî dibêjim ji van bêmafiyan desthilatdarî berpirsyar e û em ê weke însiyatîf li dijî van bêmafiyan di nava serhildanê de bin. Bi heman armancê ji bo piştgirîdayîna girtiyan her pêncşem em li ber deriyê Saziya Tipa Edlî di nava çalakiyê de ne. Vê pêncşemê jî em ê çalakiyê bikin. Em jî îro piştgiriya xwe tînin ziman û em ê bi hev re bi ser bikevin."

Elvan Ozerlî ya endama heman însiyatife ye jî wiha axivî: "Li her deverê avahiyên dadê hene. Lê mixabin hindirê wan vala ye. Em jî piştgiriyê didin nobetê we û em ê heta dawî jî li dijî bê edaletiyê bi hev re têbikoşin."

Hevseroka OHD'a Amedê Ozum Vurgun jî wiha got: "Dibe ku em di gelek xalan de kêm jî bimînin. Lê weke hiqûqnas em soza piştgiriyê dubare dikin û em bawer in ku em ê bi hev re bi hêztir bin. Wê li dijî bêhiqûqiyê edalet bi ser bikeve."

Herî dawî jî malbatên girtiyan jî xêrhatina mêvanan kirin û gotin heta ku daxwazên me bi cih tên em ê li ber xwe bidin.

WAN

Li Wanê jî Nobeta Edaletê di roja 38’an  de didome. Rêxistina HDP’ê ya Rêya Hevrîşmê û gelek jin çûn serdana nobetê. Rêveberê HDP’a Rêya Hevrîşêm Nadîr Çaka diyar kir ku girtîgeh bûne êşkencexane û divê li hemberî binpêkirinên mafên mirovan helwest were nîşandan. Çaka got “Di nav vê pergalê de her roj dibe ku Kurdek were girtin. Ji ber vê divê hemû Kurd piştgiriyê bidin vê çalakiyê.

Bahar Koçak a ku wê jî piştgirî da çalakiyê got “Hemû girtiyên azadiyê girtiyên me ne. Me jî îro xwest em werin serdana Nobeta Edaletê ya li Wanê. Li Wanê bi sedan girtî hene, divê gelê me yê azadîxwaz xwedî li vê nobetê derkeve. Daxwaza malbatan daxwazên me ye jî.”