Li Agirî û Colemêrgê çalakî, li Dersimê jî operasyon

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên li Agirî, Colemêrg û Mêrdînê û operasyona li Dersimê daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ev agahî parvekirin:

DERSIM

4’ê Gulanê (îro) saet di 06:00’an de artêşa Tirk li devera Nenîkan a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê dest bi operasyonekê kiriye.

LI AGIRIYÊ ÇALAKÎ

1’ê Gulanê saet di 17:40’an de hêzên me di çalakiya sekvaniyê ya li dijî leşkerên Qereqola Teperiz ê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê lidar xistin de, leşkerek hate kuştin.

MÊRDÎN

2’yê Gulanê li Herêma Gabarê ya Şirnexê ji aliyê Qeymeqamê Kerboranê ve ku piraniya wan ji pêkhateyên Ereb hinek kes bi hinceta çêkirina rê li herêmê dar dibirîn. Tevî bi dehan car hişyariyên hêzên me, van kesan guh nedane hişyariyan. Li vir kamyonek û kepçeyek piştî ku hate şewitandin û şûnde ev kes ji bo carekî din nekevin nava xebatên bi vî rengî hatin şiyarkirin û şûnde hatin berdan.

COLEMÊRG

4’ê Gulan (îro) saet 11:00’an de li dijî Girê Koordîne yê girêdayî Çelê ya Colemêrgê ji 6 baskan ve çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de şerê dijwar qewimiye. Têkildarî vê çalakiyê her ku agahiyên zelal û berfireh hatin wê bi raya giştî re bê parvekirin.