Li Şengalê cenazeyê şehîd Ezdîn û Tolhildan wê were veşartin

Fermandarên YBŞ’ê Azad Ezdîn û Enver Tolhildan ên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, ji bo veşartina cenazeyê wan wê merasîm were lidarxistin.

Wesayîtên hewayî bê çekdar û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker duh êvarî li Geliyê Tilo li wesayîteke şervanên YBŞ’ê dan. Di êrişê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn û 2 şervan jî birîndar bûn.

Cenazeyê şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate wergirtin û ji bo wecîbeya olî birin malên wan.

Piştî merasîma li malên wan wê cenazeyên şehîdan li goristana şehîdan bi merasîmeke girseyî were veşartin. Tevî konvoyeke mezin cenazeyê şehîdan ji bo merasîmê ber bi goristanê bi rê ket.