Li Şemzînanê li dijî leşkerên ku derketine operasyonê çalakî

Gerîlayên HPG’ê 28’ê Îlonê li dijî leşkerên artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê çalakiyek kir.

Artêşa Tirk 28’ê Îlonê saet 19.30’an ji qereqola Şapatanê ya Şemzînanê bi desteka ÎHA’yan (Amûrên Hewayî yê Bêmirov) operasyon da destpêkirin. Bi ser hêza operasyonê de ku gundên Feraro û Betkarokê û derdora wê vedihewand, ji hêla gerîlên HPG’ê ve çalakiyek hate kirin û teqemeniyên ku berê hatibûn danîn saet li nêzî derdora 21.00’an hate teqandin. Li gorî agahiyên ku xwecih hatin girtin leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Lê çend hatin kuştin û çend birîndar bûne diyar nebû. Artêşa Tirk bi skorskyan heta derengiya şevê kuştî û birîndarên xwe rakirin.

ARTÊŞA TIRK DARISTANAN DIŞEWITÎNE

Artêşa Tirk bi operasyonê re piştî bombekirinê şewat derxist, şewata ku artêşa Tirk derxistî hê jî didome.

ÇALAKIYEK LI DIJÎ LEŞKERÊN KU ÇÛNE OPERASYONÊ

Duh saet 12.00’an komeke leşkerên Tirk xwestin biçin Tepe Koordîne yê Avaşînê, gerîlayan çalakiyek li dijî wan kir.

Li gorî agahiyên xwecih di çalakiyê de 2 qorîcî û leşkerek hatin kuştin.

Li herêma operasyonê şer car caran didome û her wiha tevgereke zêde ya balafirên şer heye.

Şevê dî saeta 17.00’an li Geverê, li dijî leşkerên li girê Zinya Sêvê gerîlayan çalakiyek kirin.

Tevgera hewayî ya li herêmê û operasyonên li Avaşîn û Oremarê didomin.

Tê payin ku HPG derbarê van çalakiyan daxuyaniyeke berfireh bide