Li Şemzînanê li dijî hêzê operasyonê li 6 nuqteyan çalakî

HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê li deverên Soranser, gundên Şapatan, Serero û Betkarok ê girêdayî navçeya Şemzînan ên Colemêrgê li 6 nuqteyan li dijî hêzên operasyonê çalakî lidar xistine.

HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Girê Koordîne yê 27’ê Îlonê hatî lidarxistin de 3 leşker hatine kuştin. HPG’ê li deverên Soranser, gudên Şapatan, Serero û Betkarok ê girêdayî navçeya Şemzînan ên Colemêrgê li 6 nuqteyan li dijî hêzên operasyonê çalakî lidar xistine.

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîla ev agahî parvekir:

“Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku di 27’ê Îlonê de li derdora Tepê Xwedê ya herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, di roja 4’an de didome.

Hêzên dagirker ji ber berxwedana hêzên me nikarin bi pêş ve werin û bombeyan li derdora Tepê Xwedê dibarînin. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 28’ê Îlonê de saet di navbera 20.00-21.00’an de gundê Pendro, di 29’ê Îlonê de saet di 11.00’an de jî gundê Aris Faris bi balefirên şer bomberdûman kiriye.

Li hin cihan şer çêdibe û çalakiyên hêzên me yên li dijî yekîneyên operasyonê didome.

Di vê çarçoveyê de 29’ê Îlonê, leşkerên dijmin ên ku dixwestin ber bi Girê Koordîneyê ve werin bûne hedefa hêzên me. Bi qasî ku hatiye zelalkirin li vê derê 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI GEVER Û ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever û Şemzînanê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî lidar xistine.

Di 28’ê Îlonê de hêzên dagirker ên ku li Geverê ji bo operasyonê rê çêdikin bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi awayekî hemwext li leşkerên qada Şûkê û li leşkerên Girê Şehîd Derman dane. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dijmin bi obus û hawanan li qadê dane.

Hêzên me di heman rojê de saet 16.00’an, li dijî leşkerên li girê Elîşêr ê Geverê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Piştî vê çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û çêkirina rê dane sekinandin û wesayîtên xwe bi paş ve kişandine.

Di heman rojê de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya heman pêngavê de li dijî leşkerên li Şikêrê Spî yê Şemzînanê û wesayîta ku leşker dibir vî girî, çalakiyek lidar xistine. Saet di 13.20’an de hêzên me li kozikên gir û wesayîtê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku li Girê Zinya Sêvê ya Geverê bi cih bûye jî di heman rojê de saet di 17.00’an de bûne hedefa hêzên me. Hêzên me ji du milan ve li gir û wesayîtên zirxî dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi çekên giran derdor ketober gule raşandin.

30’ê Îlonê saet 08:30’an hêzên me li Girê Elîşêr li dijî leşkerên dijmin çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiya çeperên dijmin hatin lêxistin de, têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zealal nehatin bidestxistin.

LI SILOPIYAYÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN DI TEVGERÊ DE JI NÊZ VE BÛN HATE LÊXISTIN

Hêzên em di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, li navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiyek lidar xistin. 28’ê Îlonê hêzên me li navbera gundê Gitê û Silib ên girêdayî navçeya Silopiyayê li yekîneyeke dijimin xistine. Di vê çalakiya ji du baskan ve li dijmin hate xistin de têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidest xistin.

Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi obus û hewanan qad bombe kirin, li qadê dest bi operasyonekê kirin. Operasyon heman rojê bê ku encamek bi dest bixe vekişiyaye.

LI DIJÎ YEKÎNEYÊN OPERASYONA ARTÊŞA TIRK LI 6 NUQTEYAN ÇALAKÎ

28’ê Îlonê saet 19:30’an artêşa Tirk a dagirker li sirtên Soranser û gundên Serero, Betkarok û Şapatan ên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi oerasyonekê kiribûn.

Hêzên me yên li herêmê li dijî yekîneyên dijmin ên hewl dan li Girê Şehîd Axîn bicih bibin, di saet 21:45’an de rêze çalakî lidar xistin. Di çalakiya ji 6 nuqteyan hate lidarxistin de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Piştî çalakiyê leşkerên artêşa Tirk bi çekên ferdî bi zanabûn derdor gule reşandin, ji ber vê yekê li herêmê şerwat derketiye. Artêşa Tirk 29’ê Îlonê saet 03:30’an bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Operasyon bi yekîneyên veşatî bi kemîn û xebatên kifşkirinê dewam dike.

ARTÊŞA TIRK QENDÎL BOMBE KIR

29’ê Îlonê saet navbera 14:30- 15:10’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera gundê Bêpalan a li minteqa Kalatuka a li Herêma Qendîl a bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.