Li Şemzînanê herî kêm 20 leşker û cerdevan mirin û birîndar bûn

Gerîlayên HPG'ê li benda ewlekariyê ya qereqola Bêsosin ya li Şemzînanê xistin. Di çalakiyê de herî kêm 20 leşker û cerdevan mirin û birîndar bûn. Wekî din, artêşa Tirk neçar ma xwe ji çeperên li ser girê Koordîne yê Çelê vekişîne.

Gerîlayên HPG'ê, danê vê sibehê li benda ewlekariyê ya qereqola Bêsosinê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê xistin. Tê gotin, di encama vê çalakiyê de herî kêm 20 leşker û cerdevan mirine û birîndar bûne. Wekî din, artêşa Tirk neçar ma xwe ji çeperên li ser girê Koordîne yê Çelê vekişîne.

Li hemberî operasyona artêşa Tirk ku ji bo dagirkirina herêma Adilbegê da destpêkirin, gerîlayên HPG'ê çalakî li dar xistin.

Nûçegihanên me yên li herêmê li ser çalakiyê agahî dan û gotin, herî kêm 20 leşker û cerdevan mirine û birîndar bûne.

Şerê ku piştî çalakiyê dest pê kir hê bi dijwarî dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li herêmê dibarînin.

Her wiha obus û hawanan diavêje herêma ser sînor.

LEŞKERÊN LI GIRÊ KOORDÎNE ÇEPERÊN XWE TERIKANDIN

Nûçegihanên me her wiha ragihandin ku artêşa Tirk, çeperên xwe yên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê terikandine.

Hat ragihandin, leşkerên Tirk cebilxane û maşînên xwe yên leşkerî li şûna xwe hiştine û gir terikandine. Gerîlayên HPG'ê jî bi roketan ev çeper û alavên leşkerî yên li ser gir îmha kirin.

Çav li rê ye, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di nava rojê de li ser mijarê daxuyaniyeke berfireh bide.