Li Îdirê operasyona şoreşgerî: 19 leşker hatin kuştin.

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger a Eyaleta Serhedê li Îdirê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de panzêrek hate îmhakirin û bi giştî 19 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin

LI ÎDIRÊ 19 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me leşkerên li derdora Qereqola Basan a Îdirê xistine bin kontrolê. Di 10’ê Gulanê saet di 05.30’an de dema ku wesayîta zirxî ya panzêr leşker wergirt û ber bi qereqola Bassanê dikeve rê, hêzên me li dijî vê wesayîteke sabotajê pêk tîne. Ev wesayîta zirxî îmha bûye û 10 leşkerên di nava wê de mirine. Piştî çalakiyê leşkerên ku hatine mudaxele bikin, hêzên me li wan jî dane. Di vê çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin.

HÊZÊN ME BI SILAMETÎ VEGERIYAN BAREGEHÊN XWE

Hêzên dagirker piştî derbên giran ên hêzê me, xwestina bi gelek wesayîtên zirxî êrîşî qada çalakiyê bikin. Hêzên me li van wesayîtên zirxî jî dane û ev wesayît ji qadê dûr ketine. Artêşa Tirk a dagirker piştî demeke dirêj bi gelek ambûlansan hatine leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxînin. Hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Artêşa Giştî ya Tirk û medyaya wê ya şerê taybet di medyaya xwe de diyar kiriye ku di vê çalakiyê de leşkerek miriye û leşkerek birîndar bûye. Ev ne bi tenê çalakiyek e, operasyoneke taktîkî ye. Hêzên me li leşkerên di kemînê de jî dane û derbeke mezin li dijmin xistine. Artêşa Tirk a dagirker hejmara leşkerên xwe yên mirî û birîndar vedişêre. Divê gelê me girîngiyê nedin polîtîkaya şerê taybet ê AKP’ê.

LI LEŞKERÊN TEPÊ RONAHÎ HATE XISTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 10’’ê Gulanê saet di 10’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li qada Tepê Ronahî ya Şemzînan Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI DORTYOLA HATAYÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 30’ê Nîsanê de li Qada Firtina ya Dortyola Hatayê artêşa Tirk a dagirker bi firfirokên bêmirov ên hewayî operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de balefirên artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmankirinê de rêhevalên me Şevger Tolhildan û Elîşêr Xelikan şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me wisa ye:

Nasnav: Şevger Tolhildan

Nav û paşnav: Ramazan Faîk

Cihê jidayîkbûnê: Edene

Navê dê û bav: Nazîfe - Kerem

Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Nîsana 2019’an/ Hatay

***

Nasnav: Elîşêr Xelikan

Nav û paşnav: Yûsûf KArabûlût

Cihê jidayîkbûnê:  Konya

Navê dê û bav: Havva- Mûstafa

Dîrok û cihê şehadetê:  30’ê Nîsana 2019’an/ Hatay

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 10’ê Gulanê de saet di 14.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora Çemê Lolanê yê Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”